Heşdî Şebî hêzeke mezin şand ser sînorê Sûriyê

Heşdî Şebî ya Iraqê hêzeke mezin şand ser sînorê Sûriye û Iraqê. Ev yek piştî ku nakokî di navbera Îran û DYA û Îsraîlê de zêde bû, pêk hat.

Heşdî Şebî hêzeke mezin şand ser sînorê Sûriyê
9 kanûn, 2019   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Ragihandinê ya Heşdî Şebî ragihand ku hêza mezin ji tugaya 8’an a Heşdî Şebî, duh gihaşt Cezîr El-Hedir li başûrê Mûsilê.

Gerînendetiyê  diyar kir ku ew yek ji bo mîsogeriya sînorê bi Sûriyê re bikin da ku DAIŞ tê re derbas nebe û wiha da zanîn: "Hêza leşkerî ya mezin ji tugaya 8’an îro gihaşt Cezîrê El-Hedir da ku ewlehiya başûrê Mûsilê bike."

Hate diyarkirin ku agahiyên îstixbartî hene ku komên mezin ên terorîstan li ser sînorê Iraq û Sûriyê hene, niyet dikin ku êrişî gelek aliyên ewlehiyê bikin.

Ev tevgerên Heşdî Şebî piştî ku Îsraîlê zimanê xwe beramberî hebûna Îranê li Sûriyê tûj kir, pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 2 leşkerên ji hêza girêdayî Îranê di bombebarana şevê din a li rojhilatê Sûriyê pêk hat, hatin kuştin.

Her wiha şeva şemiyê cihên hêzên Îranê û Iraqê yên girêdayî wê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li derdora bajarê Bokemalê ya sînorê bi Iraqê ve, hate bombebarankirin.

(jo)