​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê civaka navdewletî çeteyên Tirkiyê bixin lîsteya terorê

Şêniyên navçeya Şedadê bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bixin lîsteya terorê.

​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê civaka navdewletî çeteyên Tirkiyê bixin lîsteya terorê
7 kanûn, 2019   06:12
HESEKÊ -BASIM El-DEXÎL

Nerazîbûna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didome û banga xistina dagirkerî û çeteyên wê ya lîsteya terorê zêde dibe.

Şêniyê bi navê Ela El-Elî yê ji taxa Bakur a navçeya Şedadê êriş û kiryarên çeteyên Tirkiyê yên li Serêkaniyê, Bab, Cerablus û hemû herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî şermezar kir û got: “Komên ku li gel Tirkiyê şer dikin terorîst in, bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne. Daxwaza me ji Konseya Ewlekariyê ew e ku hêzên li rex dagirkeriya Tirk şer dikin wekî "hêzên terorîst" bidin naskirin. Sûcên şer dikin û çekên qedexekirî bi kar tînin.”

Şêniya bi navê Emîra Tiwêc got: “Kiryarên ku komên çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, delîlê vegera DAIŞ'ê ye lê bi naveke nû û di bin sîwana Tirkiyê de.”

Emîna komkujî û sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî jin û zarokan û wêrankirina deverên giştî pêk tînin piştrast dike ku ew terorîst in û bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî dikin dagirkerî û çeteyên Tirkiyê bixin lîsteya terorê.

Herdu şêniyan anîn ziman ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê nehêlin dagirkerî li herêmên wan bimînin û dê wan ji herêmên derxînin. Her wiha piştgiriya pêkhateyan a bi QSD'ê re destnîşan kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B7lmfILu_i8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>