`Li hember êrişkar û kujerên zarokên me bibin yek`

Şêniyên bajarê Qamişlo pêwîstiya yekitiyê di vê pêvajoyê de diyar kir, her wiha destnîşan kir ku ev pêvajo xeternak û hesas e. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker armanc dike gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî tune bike. Şêniyan banga yekrêziyê li tevahiya gel û pêkhateyên herêmê kir ji bo ku li hember kujerên ciwanên herêmê û êrişkaran bibin yek.

`Li hember êrişkar û kujerên zarokên me bibin yek`
5 kanûn, 2019   07:45
QAMIŞLO-BESIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker di 2`yê Kanûnê de komkujiyeke hovane li dijî şêniyên Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne, li navçeya Til Rifetê ya li kantona Şehbayê pêk anî. Topavêjên dagirkeriyê bi awayekî hovane û bêserûber navçeya Til Rifetê topbaran kir. Di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û 12 sivîlên din birîndar bûn, piraniya wan zarok bûn.

Şêniyên bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên artêşa Tirk a dagirker û komkujiya wê ya dawîn li navçeya Til Rifetê şermezar kir. Endamê Meclisa navçeya Xerbî Cemîl Mihemed got: "Ji berê ve dewleta Osmanî Kurdan wek gel nabîne. Lewre her tim êrişî me dike û komkujiyan li dijî me pêk tîne."

Mihemed destnîşan kir ku avakarê dewleta Tirk a niha Mistefa Kemal Ataturk berê ragihand ku gelê Kurd bi xweşî binax kiriye û wiha domand: "Ji ber ku hebûna gelekî din ji bilî wan li Rojhilata Navîn qebûl nakin."

‘ERDOGAN MÎNA SEDAM E’

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe li ser axa dewletên cîran mîna Sûriyê armanc dike nasnameya kurdî qir bike, pergala osmanî ya nû li tevahiya gelên cîhanê ferz bike û Sûriyê parçe bike. Mihemed wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan komkujiyên hovane li dijî gelê herêmê pêk anîn. Herî dawîn komkujiya Til Rifetê ya di encamê de bi dehan zarok bûn qurban. Ev komkujî dişibe komkujiya Helebçe ya ku Sedam li gel bêdengiya navdewletî pêk aniye."

Mihemed di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku pêvajoya herêm tê re derbas dibe xeter û hesas e. Artêşa Tirk a dagirker armanc dike gelê Kurd û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî tune bike. Mihemed banga yekrêziyê li tevahiya gel û pêkhateyên herêmê kir ji bo ku li hember kesên zarokên wan dikujin û êrişî axa wan dikin bibin yek.

Endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder komkujiya artêşa Til Rifetê û bêdengiya navdewletî li hember rêzebinpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê şermezar kirin.

Menîca destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike vîna gelê Kurd û gelên herêmê bişkîne, destkeftiyên ku bi saya gelek fedekariyan hatine bidestxistin têk bibe  û wiha domand: "Em xwediyên vê erdê ne. Me bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina wê û parastina rûmeta xwe da."

‘JI BO PARASTINA MAF Û DESTKEFTIYAN DIVÊ EM BIBIN YEK’

Di dawiyê de Menîca ev tişt teqez kir: "Em dest ji axa ku bi xwîna ciwanên me hatiye avdan bernadin. Em ê li hember her kesê êrişî me dike bisekinin. Çendîn berdêl giran be em gav paşde naavêjin. Pêwîst e tevahiya partî û hêzên siyasî yên kurdî ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd bibin yek û li hember êrişan bisekinin."

(şx)

ANHA