El-Keraf: Divê çete bikevin lîsteya terorê

Hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku "Artêşa Wetenî" ya girêdayî dewleta Tirk bixin lîsteya terorê ya cîhanî û got li gorî pîvanên navdewletî komkujiyên pêk anîne, têrê dike ku artêşê bixin lîsteya terorê.

El-Keraf: Divê çete bikevin lîsteya terorê
5 kanûn, 2019   07:22
EYN ÎSA

Hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf têkildarî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê, ji ANHA’yê re axivî.

Hevserokê Meclisa Edaletê got: “Dagirkeriya artêşa Tirk ji beşeke xaka Sûriyê re tê wateya sûcdariya şer û binpêkirina hevpeymanên navdewletî.”

Îmad El-Keraf wiha axaftina xwe dewam kir: “Gefên li QSD`ê û Rêveberiya Xweser têne xwarin ne mentiqî ne, ji ber wan ji berdêla cîhanê û bi hevkariya bi dehan ji dewletan li dijî terorê şer kir da ku ewlehiya herêmê mîsoger bikin.”

Dozgerê di dadgeha Eyn Îsayê de Îmad El-Keraf piştrast kir ku piştgiriya Tirkiyê ji "Artêşa Wetenî" re divê bikeve lîsteya terorê ya cîhanî, ji ber ku sûcên terorê yên herî giran pêk anîne. Her wiha madeya 8 a hevpeymana Roma û Cinêvê amaje bi cezayên li dijî sûcên şer kiriye, ji ber vê yekê madem artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî sivîlan komkujiyan pêk tînin, gelan koçber dikin, cenazeyan pêşêl dikin, divê bikevin lîsteya terorê.

El-Keraf mînaka şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û koçberkirina bêhtrî 300 hezar sivîlan da.

El-Keraf diyar kir ku qanûnên navdewletî yên Roma û Cinêvê cezayên li dijî sûcên şer diyar kirine, ji ber vê yekê "Artêşa Wetenî" li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne, divê bikeve lîsteya terorê de. Li ser vî esasî bang li civaka navdewletî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku "Artêşa Wetenî" û kesên piştgiriyê didine wan, bixin lîsteya terorê.

Berî niha hejmarek ji mafnasên ji Sûriyê komîteya lêpirsîna der barê sûcên şer de ava kir û li ser vî esasî sûcên artêşa Tirk pêk anîne, belge dikin da ku radestî dadgehan bikin.

(eh)

ANHA