Kîno Gabriyêl: Divê dewletên garantor agirbestê pêk bînin û rêya M4 li pêşiya sivîlan vekin

Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabriyêl bang li DYA û Rûsyayê kir ku garantoriya agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û rêya M4 ji sivîlan re vekin.

Kîno Gabriyêl: Divê dewletên garantor agirbestê pêk bînin û rêya M4 li pêşiya sivîlan vekin
2 kanûn, 2019   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kîno Gabriyêl bi daxuyaniyeke li ser malpera fermî ya QSD`ê hate weşandin, wiha got:

"QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî belavbûna li herêmên Cizîrê (Hesekê, Qamişlo û Dêrikê) û Dêrazorê bi dawî kir. Her wiha karê hevbeş ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê û peydakirina ewlehî û îstîqrarê jî dewam dike. Di heman demê de, parastina sivîlan ji êrişên terorê û zeviya petrolê û gazê li wan herêman, didome.

Ji bo peydakirina îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê her du dewletên garantor (DYA û Rûsya) agirbesteke giştî pêk bînin û rêya navneteweyî M4 li pêşiya sivîlan vekin.”

ANHA