Meclisa Rêveber a Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk li Til Rifatê pêk aniye, şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê ya dagirkirî Bekir Elo komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê pêk aniye, şermezar kir.

Meclisa Rêveber a Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk li Til Rifatê pêk aniye, şermezar kir
2 kanûn, 2019   13:32
ŞEHBA

Îro danê nîvro artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê ya ku tê de sivîl hene, komkujiyek pêk anî û di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û herî kêm jî 10 kes birîndar bûn.

Bekir Elo wiha got: "Ev topbaran nîşaneya hovîtiya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye."

Elo wiha lê zêde kir: "Em vê komkujiyê şermezar dikin û bang li cîhanê dikin ku şermezar bikin."

(fr)

ANHA