‘Projeya biratiya gelan mîsogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye‘

Rêvebera Rêxistina Jinan a Partiya Pêşeroja Sûriyê ya Helebê Xalîda Ebdo diyar kir ku projeya biratiya gelan gaveke bingehîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got, dewleta Tirk siyaseta "Parçe bike, tuyê biserkeve" dimeşîne.

‘Projeya biratiya gelan mîsogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye‘
2 kanûn, 2019   07:13
HELEB – SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMD

Li gel binkeftina civîn û kongreyên li derve yên bi armanca çarserkirina aloziya Sûriyê, girîngiya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ya hemû pêkhateyên di nav xwe de dihewîne derdikeve pêş.

Girêdayî mijarê rêvebera Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Helebê Xalîda Ebdo got, "Projeya biratiya gelan çareseriya misogerkirina mafên hemû pêkhateyên herêmê ye. Mafên xwezayaî yên pêkhateyên Sûriyê di vê projeyê de mîsoger û wekîhev e."

Xalîda destnîşan kir ku yek ji sedemê serkeftina şoreşa Rojava projeya biratiya gelan e û got " Di bin banê projeya netewa demokratîk de xwîna hemû pêkhateyan ketin nav hev, ev yek delîlê ku welat yek û parastina wê erekekî niştimanî ye."

Der barê armancên dagirkirina dewleta Tirk a li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Xalîda Ebdo ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk armanc dike projeya demokratîk û biratiya gelan derbe bike. Her wiha hewl dide xaka Sûriyê dagir bike, niştecihên wê yên resen bike koçberkirin û guhertina demografî li herêmê pêk bîne."

Xalîda îşaret pê kir ku dewleta Tirk siyaseta "Parçe bike tuyê biserkeve" dimeşîne û axaftina xwe wiha domand: "Ev siyaset ti bandor li herêmên Rêveberiya Xweser nekir, hêzên zalmane yên hewl didin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin û destekê didin êrişên Tirkiyê, her wiha yên destê wan di şehîdxistina têkoşer Hevrîn Xelef de hene, têk çûn, ji ber ku nameya şehîd Hevrîn ket dilê hemû sûriyan û bû sembola berxwedanê."

Rêvebera Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîda Ebdo teqez kir ku ew ê ji bo parastina yekitiya xak û gelê Sûriyê bixebitin, ew wekî partiya Pêşerojê ya Sûriyê armanca wan ji bo tevahî Sûriyê yen, her wiha hewl didin çareseriyekî ji Sûriyê re peyda bikin ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike.

(bb/bm)

ANHA