Nivîskarekî misrî: Armanca lihevkirina Erdogan û El-Sirac a sereke dorpêçkirina Misirê ye

Nivîskar û şîrovekerê siyasî yê misrî Osama El-Enîzî got: “Lihevkirina di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de lîstokek mezin e. Tenê ji bo ku metirsiyên zêdetir li Rojhilata Navîn rû bidin. Ji girîngtirîn armancên lihevkirinê girêdana bi terorê û dorpêçkirina Misrê ye.”

Nivîskarekî misrî: Armanca lihevkirina Erdogan û El-Sirac a sereke dorpêçkirina Misirê ye
2 kanûn, 2019   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Wîfaq a ku Fayiz El-Serac li Lîbyayê bi rêve dibe rastî hêrsek Lîbî û herêmî hat. Nezelalbûnek girêdayî armancên vê lihevkirinê heye. Têkildarî wê nivîskar û şîrovekerê siyasî yê misrî Osama El-Enîzî ji ajansa me re axivî.

El-Enîzî di destpêka de got: "Divê em bizanibin ku lihevkirina di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de bi xwe du reşnivîskên lihevkirinê ye. Li gorî pênasaya wan ji aliyê qanûnî ve ji lihevkirin yanî ji hevpeyman hindiktir e. Lê ev xeteriya lîstoka Tirkiyê bi tevlibûna aliyên navdewletî kêm nake. Aliyên navdewletî Tirkiyê bi kar tînin û hewl didin metirsiyan li Rojhilata Navîn belav bikin. Ew hêz ketina ferqa timayên Tirkiyê lê jê re xenîmetan pêşkêş dikin heta ku rojekê jê xilas bibin."

Girêdayî armancên Tirkiyê ji vê lihevkirinê got: " Du bendên lihevkirina El-Serac û Erdogan yên siyasî û aborî hene. Ji aliyê siyasî ve Erdogan dixwaze DAIŞ`ê veguhezîne Lîbyayê (Misrata û Terablusê) armanc jî Misr e. Çek ji Boko Heram re bişîne, lêkolînên neycîrî girêdayî vê hene. Tevgera ciwanan li Somalê û desteka Qeterê jê re tenê ji bo ku terora li bakurê Afrîqya û çolistanê bi Sînayê ve girê bide. Mijar şerê yekser e û mudexeleyek bi lez ji Misr û cîhanê pêwîst dike."

El-Enîzî wiha domand: "Erdogan bi vê gavê jî dixwaze rola Yekitiya Ewropayê di doza wî de bi Qibrisê re tune bike. Ji ber ku Erdogan dizane Ewropa li hember timayên wî disekine. Lewra divê hewl bide xwe wek dijber xuya neke bi rêya xuyakirina asta hêz û bandora xwe li herêma Rojhilata Navîn."

Aliyê aborî jî Tirkiyê rêbaza gefxwarinê bikar tîne ji bo ku tev li Misr, Qibris û Yunanistanê di peymanên gazê de bibe. Ew baş dizane ku ne ji mafê wê ye. Lê ev xwezaya serokkomarê Tirkiyê ye. Yê ku ji destpêka şoreşên biharên erebî ve û heta niha rola çete dilîze. 

Têkildarî encamên vê lihevkirinê li ser Misrê nivîskar û şîrovekerê misrî El-Enîzî got: "Lihevkirin bi her aliyên xwe yên emnî û aborî di çarçoveya planek siyasî de ku Enqere der heqê Qahîreyê de ji 2013`an ve plan dike pêk hat. Lewra di daxuyaniya hevserokatiya komara Misrê ya tund hat. Di daxuyaniyê de ev lihevkirin weke ku nehatiye nivisîn e hesiband."

Di nav gotinên xwe de El-Enîzî destnîşan kir ku li gorî şîroveyên Qahîre, bûyerên ku rû didin di çarçoveya planên Erdogan de yên bi havkiriya Îxwan El-Muslimîn re ji bo tevlihevkirina hesabên desthilatdariya Misrê tên. Lê lihevkirina dawî ya di navbera Enqere û Trablusê de ji bo qutkirina rê ye, anku nehêle aloziyeke muhtemel di navbera Qahîre û Enqerayê de rû bide. Qahîre dibîne ku lihevkirineke ewlehî û elşkerî di navbera Erdogan û Terablusê û xêzkirina sînorê deryayî di navbera Lîbya û Tirkiyê de ne tenê santajeke, di heman demê de dijminahiyek li dijî Misr û berjewendiyên wê yên aborî û ewlehî.

Li gorî şîroveyên Qahîreyê xurtkirina hevkariya ewlehiyê bi hikumeta Terablusê re û desteka leşkerî û lojistîk ji aliyê Tirkiyê ji wê hikumetê re rewşa lîbyayê gurtir û girêktir dike. Derfeta gihaştina çareseriya aloziya vê welatî dereng dixe. Welatê ku veguheriya dewletek binkeftî,  ku ji aliyên siyasî û ewlehî ve tevlihev e. Ev jî asta xeteriya komên terorîst mezin dike.  Di encamê de tehdîdek emnî mezin li ser Misrê ya ku bi dirêjhiya zêdetirî hezar kîlometran sînorên wê Bi Lîbyayê re ava dike.

Ji bilî ku hesba û berjewendiyên Misrê dike metirsiyên, Tirkiyê bi mohrkirina vê lihevkirinê çîroka ku Erdogan pê tewan dike piştrast dike yanî Erdogan weke sultanek osmanî bi Lîbyayê re dide û destîne û ew wîlayetek girêdayî Tirkiyê ye mîna ku di vê dawiyê de ji hêla wî ve hatiye ragihandin. Beşa lihevkirinê girêdayî xêzkirina sînorên deryayî di navbera Tirkiyê û Lîbyayê de wek şantajê ji Misrê re tê hesibandin û planên wê ji bo ku berhemên binerd ji gaza di Deryaya Spî de bi kar bîne. Ji ber ku hikumeta El-Serac ne rewa ye û nikare mîna vê lihevkirinê mohr bike.

Di dawiyê de El-Enîzî got: "Di dawiyê de em dikarin bêjin ev gavek şantajê  ji aliyê Tirkiyê li dijî Misrê ye. Di çarçoveya plansaziya wê ya domdar de ji bo ku Misrê dorpêç bike û  berjewendiyên wê tehdîd bike. Lê Misrê li hember vê yekê bê bertek nemîne. Qahîra wisa lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Wîfaq xwend. Ev lihevkirin me dide pêşiye beşek mû ji beşên şerê sar a  di navbera Tirkiyê û Misrê de. Xuyaye ku Israîl a herî zêde sûd ji vê mijarê girtiye."

(şx/bm)

ANHA