Li Xaniqînê êrişa DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî noqteya leşkerî ya hêzên Heşdî Şeebî kirin. Di encama êrişê de 6 endamên Heşdî Şeebî hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li Xaniqînê êrişa DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene
2 kanûn, 2019   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din çeteyên DAIŞ`ê êrişî noqteyek Heşdî Şeebî a li nêzîkê bîra petrolê ya li navçeya Xaneqînê kirin. Piştî êrişê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên Heşdî Şeebî de şer rû da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di encama êrişê de 6 endamên Heşdî Şeebî hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.