Mezlûm Ebdî: Me li ser belavkirina hêzên Rûsî li Eyn Îsa, Til Temir û Amûdê li hev kir

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan bi Rûsyayê li ser belavkirina hêzên Rûsî li Eyn Îsa, Til Temir û Amûdê li hev kirin.

Mezlûm Ebdî: Me li ser belavkirina hêzên Rûsî li Eyn Îsa, Til Temir û Amûdê li hev kir
1 kanûn, 2019   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwey ê tiwîtterê ragihand "Me îro pêşwaziya Fermandarê Hêzên Rûsiyê yê li Sûriyê General Alexander Chaico kir. Civîn gelekî berhemdar bû. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê me li ser belavkirina hêzên Rûsya li Amûdê, Til Temir, Eyn Îsayê li hev kir. Em hêvî dikin ku hîna xebatên hevpar ji bo berjewendiyên welatê pêk bên."

ANHA