Wezîrê Derve yê Denmarka: Hêzên Sûriyê Demorkatîk cîhan parast

Wezîrê Derve yê Denmarka Lepe Kofood pêşwaziya Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Denmarkayê kir. Herdu aliyan rewşa Sûriyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Denmarka: Hêzên Sûriyê Demorkatîk cîhan parast
1 kanûn, 2019   18:05
NAVENDA NÛÇEYA

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirnên Tirkiyê yên ji agirbestê û guhertina demografîk ku li herêmê pêk tîne hate nîqaşkirin.

Şandeya MSD‘ê girîngiya beşdarkirina meclisê di her proseseke siyasî ya bi mebesta çareserkirina aloziyê û rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê de destnîşan kir.

Werîzê Derve yê Denmarkayê Lep Kofood  teqez kir ku hikûmeta wî ji tevahî dozên hatin nîqaşkirin têgihiştiye û got welatê wê dê desteka xwe ya bi QSD‘ê re bidomîne û wiha anî ziman "Hêzên Sûriye Demokratîk me û cîhan ji terorê parast û hêzeke hevkarê me ye, em êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar dikin."

Şandeya MSD‘ê bi Desteya Karûbarên Derve ya Parlementoya Denmarkayê re jî hevdîtin pêk anî ya ku ji gelek parastiyên siyasî pêk tên. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê, rola Tirkiyê ya dijberî pêkhateyên wê hatin gotbûbêjkirin.

Di çarçoveya serdana şandeyê ya du rojan dom kir de bi beşdarbûna zêdeyî welatiyên Sûriyê û kurdên li Denmarka û şandeya MSD‘ê  li Copenhagen panelek hate li darxistin. Di panelê de rewşa li Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê wê bi taybet, rola MSD a di çareserkirina aloziya Sûriyê de û projeyên wê yên niştimanî û demokratîk hatin nîqaşkirin.

ANHA