Li Iraqê çalakî didomin… îdiaya fermandarê îranî Qasim Suleymanî li welêt e

Dezgehên çapemeniyê li ser zimanê çavkaniyên eşîrên Iraqê piştrast kir ku fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî duh danê sibehê gihîşt Bexdayê û bi fermandarên Heşd Şîî re civiya. Ji aliyekî din ve jî, li parêzgehên başûr xwepêşandan dewam dikin.

Li Iraqê çalakî didomin… îdiaya fermandarê îranî Qasim Suleymanî li welêt e
1 kanûn, 2019   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev sekreterê giştî yê Meclisa Eşîrên Erebî Sair El-Beyatî di hevdîtina bi kanala El-Hedes re piştrast kir ku roja înê Qasim Suleymanî bi rêya balafirgeha Necefê gihaşt Iraqê û roja şemiyê gihaşt Bexdayê.

El-Beyatî ragihand ku Suleymanî bi fermandarên Heşdî Şîî re civiyaye û bal kişandiye ser ku ji 520 heta 530 leşkerên Artêşa Pasdaran a Îranê pê re derbasî Iraqê bûne.

Serokê Meclisa Şêwirmendiya Îslamî ya Îranê Elî Larîcanê îro di civîna çapemeniyê de ragihand ku der barê mana Eyetullah El-Sîstanî li Iraqê û fermandariya wî de ne bi fikar in.

Di çarçoveyeke din de îro kanala Alsumaria TV ragihad ku xwepêşandêran avahiya parêzgeha Dîwaniyê girtine. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêran li naverasta bajarê Kerbela ya başûrê Iraqê hejmarek rêyên sereke girtine.

Îro perlamentoya Iraqê der barê îstîfaya serokwezîr Adil Abdulmihdî de dicive.

(eh)