Encamên roja 53`yan a Berxwedana Rûmetê eşkere bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên şer ên roja 53`yan ji berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Encamên roja 53`yan a Berxwedana Rûmetê eşkere bûn
1 kanûn, 2019   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şer ên roja 53`yan ji berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û fealiyetên xwe yên keşfê li seranserê herêma eniyê didomînin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete li derdora Til Temirê êrişên xwe yên bi çekên giran didomînin. Çeteyan li gundê Derdara êriş birin ser çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û herêmên sivîl.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sivîl hatin hedefgirtin. Gundên Ebû Sira, Korikê, Um Elberamî, Mesûdiye bi tank û topan hatin topbarankirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş bir ser gundê Genterî û rêya M4 a navdewletî.

Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran de hevalekî me şehîd bûn."

ANHA