Yewnanistan: Erdogan qanûnên navneteweyî binpê dike

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê bersiva daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da ku bi israra xwe li ser keşf û vekolîna gazê li rojhilatê Deryaya Spî piştrast kiriye û diyar kir ku bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê dike.

Yewnanistan: Erdogan qanûnên navneteweyî binpê dike
1 kanûn, 2019   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Yewnanistanê daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên der barê destpêkirina Projeya Xeta Boruyên Gaza Xwezayî ya Trans Anatolyayê (TANAP) de, şermezar kirin ku Erdogan piştrast kiriye ku li ser berdewama keşf û vekolîna li rojhilatê Deryaya Spî, bi israr e.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê diyar kir ku Erdogan qanûnên navdewletî li herêmê binpê dike.

(fr)