El-Erebnews: Beriya civînê Erdogan armanca NATO`yê ye

Rojnameya El-Ereb News piştrast kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê li hember dijminatiya dostên xwe yên NATO’yê di lûtkeya hefteya bê ya li Londonê de be.

El-Erebnews: Beriya civînê Erdogan armanca NATO`yê ye
1 kanûn, 2019   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdiyê li ser zimanê analîzvanên Fransayê ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê li hember dijminatiya dostên xwe yên NATO’yê di lûtkeya hefteya bê ya li Londonê de be.

“Şerê daxuyaniyan” di navbera serokkomarê Tirkiyê û yê Fransayê de beriya çend rojan ji lidarketina lûtkeya NATO’yê li Londonê ku dê di rojên 3-4’ê Kanûnê de li dar bikeve, zêde bû.

Rojnameyê îşaret pê kir ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexneyên tund li serokkomarê Tirkiyê der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirin. Her wiha Macron got divê dewleta Tirk tu garantiyan ji hevalbendên NATO’yê piştî êrişên li dijî QSD’ê texmîn neke.

Li gorî rojnameyê axaftina Macron li ser "mirina mêjî ya NATO’yê” rastî gelek bertekan hat, jê jî Erdogan ku serokê Fransayê bi "ji mêjî de miriye" ji ber helwestên dawîn ên piştevaniya QSD’ê û rexneyên li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniya roja înê de piştrast kir ku balyozê dewleta Tirk ê li Parîsê der heqê daxuyaniyên Erdogan ên ku nayên qebûlkirin de, vexwend.

Rayedarekî di serokatiya Fransayê de têkildarî mijarê wiha got: "Zêdegaviyên dawîn ên serokkomarê Tirkiyê ne daxuyanî ne, ev heqaret in. Ji lew re eşkerekirinekê ji serokkomar Erdogan texmîn dikin."

Rojnameyê îşaret pê kir ku bertekên rewşenbîrên Fransayê der heqê daxuyaniyên Erdogan li ser Macron de tûj bûn.

Ramyarê ji Fransayê Bernard Henry Levy wiha pirs kir: "Gelo Macron ji mêjî de nexweş e yan Erodan ê ku êrişê Kurdan dike, êrişî azadî, demokrasî û qanûnên navdewletî der heqê mafên mirovan de dike, ji mêjî de nexweş e?"

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê Fransayê yê berê Roger Carucci yê ku niha nûnertiya Komarparêzan li Senatoya Fransayê dike, wiha axivî: "Heqareta ku Erdogan li Macron kiriye, nîşaneya wesfa Erdogan a mêjiyê xwe ye."

Roger Carucci wiha lê zêde kir: "Divê balyozê xwe yê li Enqereyê vexwînin û divê sînorekî dawî li ser nîqaşên tevlêbûna dewleta Tirk a YE’yê, deynin."

Bill Park dostê li zanîngeha King's College ya Londonê got rexneya Macron li NATO’yê ne tenê li dijî Erdogan bûn, lê belê li ser tevahî endamên NATO’yê bûn. Bill Park îşaret pê kir ku dê dewleta Tirk rastî gelek rexneyan ji ber binpêkirinên wê yên nebaş, ji kiryara li Deryaya Spî, peymana bi El-Serac re, gefên bênavber li Yewnanistanê , her wiha jî girêbesta moşekên Rûsyayê, girtina parêzerên Almanyayê û gefên li Ewropayê li ser koçberên Sûriyê, were.

(fr)