Li Kobanê bîranîna şehîdan

Li Kobanê şehîdên meha Mijdarê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Kobanê bîranîna şehîdan
Li Kobanê bîranîna şehîdan
Li Kobanê bîranîna şehîdan
Li Kobanê bîranîna şehîdan
Li Kobanê bîranîna şehîdan
Li Kobanê bîranîna şehîdan
30 mijdar, 2019   16:35
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, di nav de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl beşdarî bîranîna 177 cangoriyên azadiyê yê bûn. Bîranîn li Goristana Şehîd Dicle pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Desteya Rêveber a Herêma Firatê Ehmed Xoce axivî. Xoce şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî û got: "Bi kedan van şehîdan xaka me ji tarîtiya DAIŞ‘ê rizgar bû û gel di bin banê projeya netewa demokratîk de di nava aramî û aştiyên de ne. Lê çavê dewleta Tirk a dijber barnebû ku DAIŞ‘iyên wê têk çû, li ser vê yekê careke din êriş pêk anî da ku îradeya gel bişkîne û projeya netewa demokratîk têk bike, lê em naşkên em ê heta serkeftin li ber xwe bidin û destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Di merasîmê de helbest li ser şehîdan û berxwedana gel hatin xwendin.

Di dawiya merasîmê de mûn li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA