Bi dehan ciwanên Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

Bi dehan ciwanên herêmên Dêrazorê piştî ji Akademiya Şehîd Hanî El-Hesen mezûn bûn, tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

Bi dehan ciwanên Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
Bi dehan ciwanên Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
Bi dehan ciwanên Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
30 mijdar, 2019   16:05
DÊRAZOR

Merasîmê derçûna endamana li Akademiya Şehîd Hanî El-Hesen a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê pêk hat.

Di merasîma ku gelek fermandarên hêzên ewlekariyê beşdar bibûn de bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre ji rêveberên hêzên ewlekariyê Ebdulqadir El-Şafî der barê girîniya perwerdeyên li akademiyê de axivîn û diyar kir ku armanc ji perwerdeyê pêşxistina endaman e da ku erka xwe yê parastina ewlehiya herêm û welatiyan birêkûpêk bi cih bînin.

Endamên tev li perwerdeyê bibûn sonda tevlêbûna nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwarin.

Dewreya perwerdeyê 20 rojan dewam kir, tê de waneyên bîrdozî, û meslekî li ser bikarnîna çekên sivik hatin dîtin.

ANHA