Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
29 mijdar, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar; Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim; Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş; Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê da.

Ji 12'ê Tebaxê ve nahêlin ku malbat biçin Îmraliyê.