Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike

Xwendekarên kantona Şehbayê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanên navçeya Til Rifat şermezar kirin û banga rawestandina topbaranê kirin ji bo ku xwendina xwe temam bikin.

Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
Xwendekar û mamoste: Tirkiye me ji xwendinê mehrum dike
29 mijdar, 2019   06:21
ŞEHBA

Dibistan jî di nav saziyên ku artêşa Tirk a dagirker ûçeteyên wê ve têne hedefgirtin.

Di navçeya Til Rifatê de 6 dibistan hene. Tê de 2 hezar û 450 xwendekar ji şêniyên navçeyê û Efrînê yên ku neçar mane ji warên xwe di encama êrişên Tirkiyê de  derkevin dixwînin. Di encama êrişên Tirkiyê yên hovane de bi çekên giran xwendekarên Efrînê ji mafê xwendinê bê par man.

Mamoste û xwendekarên navçeya Til Rifatê dibêjin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi tevahiya rêbazan ji xwendinê qut bikin. Lewra dibistanan dikin hedef.

Girêdayî mijarê xwendekara bi navê Sîlva Meimo ya ji kantona Efrînê dibêje: "Zêdetirî salek û nîv li ser koçberbûna me ji navçeya Til Rifat re derbas bûye. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên me dagir kirin."

Sîlva destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta li Til Rifatê wan dikin hedef û dibistanên wan dikin hedef û wiha domand: "Em dixwazin fêr bibin, lewra em diçin dibistanê. Lê topbarana domdar li ser dibistanê nahêle em bixwînin. Ruxmî her tiştî em ê biçin dibistanê û fêrî xwendina xwe bibim."

Xwendekar bi navê Mihemed Ehmed ji Efrînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker dibistanên wan wêran kirine û dibistanên mayî jî piştî ferzkirina zimanê tirkî veguherîn dibistanên  û wiha domand: "Ew li vir dibistanên me topbaran dikin. Em jiyaneke ewle û fêrî zimanê xwe bin dixwazin. Çima me topbaran dikin?"

Ji aliyê xwe ve xwendekara bi navê Mizgîn Fedî got: "Guneha me zarokan çi ye? Em dixwazin zarokatiya bijîn û fêr bibin. Lê dewleta Tirk a dagirker dibistanên me topbaran dikin. Lê ev ne girîng e em bi dibistanên xwe ve girêdayî ne. Em ê xwendina bi zimanê dayîk bidomînin."

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a dibistana Til Rifat îşaretpê dike ku perwerdehî li kantona Efrînê gelek pêşketibû lê dagirkerî û çeteyên wê bi êrişên xwe li ser kantonê dibistan wêran kirin û zarok ji mafê xwendinê bê par hiştin.

Sîlon Izet diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hejmarek dibistanên Efrînê veguherandin bargehên leşkerî û got: "Ji mafê zarokên kurd e ku mîna zarokên cîhanê bi zimanê zikmakî bixwînin. Piştî ku em koçber bûn me perwerdekirina xwendekaran di dibistanên Til Rifatê de didomînin. Lê dagirkerî û çeteyên wê dibistanên vir jî topbaran kirin û zarok bê xwendin man."

Sîlon Izet bang li civaka navdewletî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku mudexele bikin û êrişên Tirkiyê yên hovane li ser kantona Şehbayê rawestînin. Tirkiyê ji Efrînê derxînin ji bo ku şêniyên wê yên resen vegerînin û xwendekar vegerin jiyana xwe yê ewle û perwerdehiya xwe bidomînin.

(şx)

ANHA