Çeteyan li ser parvekirina milkên welatiyan bi hev ketin: Bi kêmanî 6 çete hatin kuştin

Çeteyan dagirkeriya Tirkiyê li navenda bajarê Girê Spî li ser parvekirina mal û milkên sivîlan bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên wan hene.

Çeteyan li ser parvekirina milkên welatiyan bi hev ketin: Bi kêmanî 6 çete hatin kuştin
28 mijdar, 2019   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyan Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiya yên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk ve li ser parvekirina mal û milkên malbata Mîrza ya Kurd a ku hate koçberkirin, bi hev ketin.

Li gorî agahiyan bi kêmanî 6 çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

ANHA