Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike

Şêniyên navçeya Erîşê û Şedadê bi yek deng piştgiriya xwe ji QSD`ê re diyar kirin û teqez kirin ku bi hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nahêlin dagirker bohestek ji xaka wan dagir bikin.

Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike
Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike
Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike
Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike
Şêniyên Erîşê û Şedadê: Hevgirtina gelan rê nade dagirkeran ku herêmê dagir bike
28 mijdar, 2019   08:49
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Erîşê û Şedadê ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Meş ji pêşiya dibistana El-Kebîrê li navçeya Erîşê dest pê kir û di kolanên navçeyê geriya û li pêşiya meclisa navçeyê rawestiyan.

Şêniyan alên QSD`ê hildan û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û berxwedana şêniyên herêmê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qêriyan.

Hevserokê meclisa kantona Hesekê Ebdilxenî Oso axivî û wiha got: "Hevgirtina gel ku bi hezaran salan e li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet rê nade ku dagirker bohestekê ji xaka me dagir bike."

Oso wiha got: "Sekna gelê me di xwepêşandanan de ji dewletên mezin mîna Rûsya û Amerîka re teqez dike ku bêdengiya wan ji Tirkiyê re, ji bo pêkanîna planên wê yê dagirkeriyê ne, ew jî planên binketî ne û pêk nayên. Her wiha berxwedana QSD`ê û şêniyên pêkhateyên gelên herêmê li Eyn Îsa û li cihên din diyar dike."

Paşê Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Nacî El-Nicûm spasiya malbatên şehîdan ên beşdarî meşê bûn, kir û diyar kir ku projeya Tirkiyê dê têk biçe eger ku hemû dewlet pêra bisekinin jî, ji ber îradeya gel û hevgirtina wan tê dijmin têk bibe.

Nacî ji malbatên şehîdan re wiha got: "Projeya şehîdan projeya me ya sereke ye û em ê di rêya wan de bimeşin û bi ser bikevin."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û gelê herêmê bidawî bû.

(jo)

ANHA