Asayîşa PDK`ê ciwanên Başûr li deriyê Sêmalka binçav kirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriyê çûbûn Rojavayê Kurdistanê û xwestin vegerin Başûr, li deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Asayîşa PDK`ê ciwanên Başûr li deriyê Sêmalka binçav kirin
28 mijdar, 2019   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkirin, gelek welatî û ciwanên Başûr ji bo piştgiriyê berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê.

Ciwanên ji bo piştgiriyê berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê, dema xwestin vegerin Başûr li deriyê sînor ê Sêmalkayê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan nêzî hefteyeke agahî ji ciwanên hatine binçavkirin nayê girtin û aqûbeta wan nayê zanîn.