Li bajarê Babê teqîn, gelek kes birîndar bûn

li bajarê Babê yê dagirkirî yê bejahiya bakurê Helebê, mayînek bi erebeyekê ve teqiya. Li gorî agahiyan, gelek kes di encama teqînê de birîndar bûne.

Li bajarê Babê teqîn, gelek kes birîndar bûn
28 mijdar, 2019   08:31
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Babê yê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, mayînek bi erebeyeke (Cep) de li nêzî nexweşaneya El-Farabî ya li navrasta bajêr, teqiya.

Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, di encama teqînê de gelek kes birîndar bûne.

Li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, teqîn û xwepêşandanên ku daxwaziya ewlehî û derketina artêşa dagirker a Tirkiyê dikin, berdewam dikin.

ANHA