Hikumeta Lîbyayê hevpeymana di navbera Tirkiye û El-Wîfaq de red kir

Hikumeta Lîbyayê ya demkî nerazîbûna xwe ji ber destwerdana Tirkiyê di kar û barên Lîbyayê de û hevpeymana di navbera Tirkiye û hikumeta El-Wîfaq de hatiye îmzekirin, nîşan da û got ku ew ne rewa ye.

Hikumeta Lîbyayê hevpeymana di navbera Tirkiye û El-Wîfaq de red kir
28 mijdar, 2019   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê hevpeyman bi dewleta Tirk re îmze kir. Wezîrê karên hundir ê hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa îdia kir ku hevpeyman girêdayî tunekirina terorê û koçberiya nerewa ye.

Der barê mijarê de hikumeta Lîbyayê ya demkî bi rêya daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ji hevpeymana ku hikumeta El-Wîfaq bi dewleta Tirk re îmze kir, diyar kir.

Hikumetê xuya kir ku ev hevpeyman ne rewa ye, ji ber pêwîstiya wê bi erêkirina meclisa parlamentoyê heye.

Hikumeta Lîbyayê ya demkî nerazîbûna xwe ji destwerdana Tirkiyê di kar û barên Lîbyayê de teqez kir.