Rûspiyên êlên Ereb: Em bang li hemû êlên Ereb dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek

Rûspiyên êlên Ereb ên Herêma Efrînê, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û bang li êlên Ereb kirin ku li hemberî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, bibin yek û bisekin in.

Rûspiyên êlên Ereb: Em bang li hemû êlên Ereb dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek
28 mijdar, 2019   07:54
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM

Rûspiyên êlên Ereb ên Herêma Efrînê, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û bang li êlên Ereb kirin ku li hemberî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, bibin yek û bisekin in.

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê , her wiha li ser armanca van êrîşan rûspiyên êlên Erebî yên Herêma Efrînê, ji ANHA`yê re axivîn.

Ji rûspiyên êla El-Bûxemîs şêx Elî El-Xemîsî di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman:`` Ji ber dagirkeriya Tirk a ser xaka Sûriyê, em ji bajarê Efrînê, herêmên Ezazê û Babê koçber bûn, dagirkeriya Tirk li herêmê guhertina demografî pêk anî û rabû malbatên çeteyan ji Xûta Şamê û Idlibê anîn û li herêmên me bi cih kirin.``

Şêx El-Xemîsî tekez kir ku`` Em vê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmên me ji binî de red dikin, dagirkeriyê zarok û jinên me kuştin, bi sedan hezaran sivîl ji warên wan koçber kirin û ziyanên madî mezin bi mal û milkên wan gihandin.``

El-Xemîsî got:`` Em wek êlên Ereb ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êlên resen ên herêmê ne, em kiryarên dagirkeriyê yên anîna serçeteyên terorîstan şermezar dikin, ku di bin navê şêxên êlan de tînin herêmê û îdia dikin ew rûspiyên herêmê ne.``

Wiha domand`` dagirkerî kiryarên tun û binpêkirinên dagirkeriya Osmanî derheqê pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Ermenan de pêk tînin, dewleta Tirk hewil dide timehiya Osmaniyan a xaka Sûriyê pêk bîne û dagir bike.``

El-Xemîsî di dawiya axaftina xwe de bang li êlên erebî yên Sûriyê kir piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin û bi yek refî li hemberî dagirkeriya Tirk a ser xaka Sûriyê bisekin in.

Rûspiyê êla El-Betûş Îbrahîm El-Elî jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

El-Elî da zanîn ku`` Piştî projeya Netewa Demokratîk li ser erdnîgariya Sûriyê ya ji çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet ElûNusre hatiye rizgarkirin bi ser ket, dagirkeriya dewleta Tirk hewil da bi her awayekî vê projeya netewa demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê ji Efrîn heta Dêrikê di nav de cih girtibûn, ji van bibe.``

El-Elî projeya dagirkeriya Osmaniya nû eşkere kir û got ku ``ev projeya dagirkirina xaka Sûriyê ya bi hevkariya çeteyan, li pêş çavê hemiyan diyar bûye. Di êrîşên dagirkerî de tevahî çekên pêşkeftî û çekên qedexekirî, bikar anîn.

El-Elî têkildarî wan kesên sûrî yên bi dagirkeriya dewleta Tirk re tev digerin got:`` Mixabin ji wan re, bila li xwe vegerin û kiryarên berê yên dagirkeriya Osmanî der heqê gel de, wînin bîra xwe.``

(rr)

ANHA