Hikmet Hebîb: Binkeftina komîteya destûrî texmîn bû

Hikmet Hebîb got: " Komîteya destûrî dûrî nûnertiya rastîn a gelê Sûriyê hatiye avakirin, ji ber vê yekê nikarî civînên xwe li dar bixe, binkeftina civînan jî tiştekî nedûr bû."

Hikmet Hebîb: Binkeftina komîteya destûrî texmîn bû
27 mijdar, 2019   05:20
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Ji ber nakokiyên di navbera aliyên beşdar de Komîteya Bingehîn a Destûra Sûriyê di roja duyemîn de nikarî civînên gera duyemîn li dar bixe.

Girêdayî vê mijarê cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb ji ajansa me re axivî.

Hebîb di destpêkê de got: "Dihat payîn ku komîteya destûrî gera duyemîn ji civînên xwe li dar bixe. Lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên beşdar de derketine civîn li dar neketin. Binkeftina civînê ne dûr bû lê belê me texmîn kiribû. Ji ber ku ev komîte di bingehê de ji hêla sponserên derve yanî Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hatiye avakirin."

Hebîb wiha li gotinên xwe zêde kir: "Aliyên hatine bibîrxistin dixwazin bi rêya komîteyê berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew jî ji nûnertiya rastîn a gelê Sûriyê dûr in. Ev nakokî isbat dike ku ev komîte Tiştekî bi ser naxe."

 ‘LIDARXISTINA KONGREYEK NETEWEYÎ JI TEVAHIYA SÛRIYAN E ESAS E‘

Hikmet Hebîb girîngiya çareseriya siyasî û lidarxistina kongreyeke netewî ji tevahî aliyên Sûriyê destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe: "Wek Meclisa Sûriye Demokratîk em bi çareseriya siyasî û xebatên nivîsandina destûrê re ne, lê ne bi vê şêwazî. Diviyabû kongreyek neteweyî ji tevahiya sûriyan re bihata lidarxistin, di encamê de komeleyeke giştî bihatiba avakirin, ev komele dê komîteya destûrî ava bike. Ên ku destûrê binivîsin divê sûrî bi xwe bin, dûrî mudexeleyên derve."

Hebîb nîqaş û bazarên di wan civînan de yên li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê rexne kir û got: "Tiştên niha rû didin berovajî gotin û pêşniyarên me ji bo çareseriyê ne. Mîna ku tê îdiakirin komîteyek li derve heye, li gorî berjewendiyên navdewletî û herêmî ye. Tevî wê jî hêzên çalak li ser erdê ji komîteyê hatin dûrxistin. Ên herî girîng Meclisa Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

Her wiha Hebîb xebatê buroya nûnerê navneteweyî yê Sûriyê rexne kir û got: "Gerr Pedersen di daxuyaniyên xwe yên dawîn de yên girêdayî civînên komîteya destûrî yên li pêşiya Konseya Ewlehiyê, girîngî da kesan, pesna wan da û tiştek nû jî pêşkêş nekir. Metirsiyên xwe girêdayî rewşa sivîlan li Idlibê û topbaranê anî ziman. Lê behsa rewşa sivîlan li Bakur û Rojhilatê Srûiyê yên di bin topbarana artêşa Tirk a dagirker de ne nekir. Ev nîşane dihêle ku gelên me ji durûtiya pîvanan li cem rêxistinên navneteweyî bi fikar bin."

 ‘RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ LI BEŞEKÎ ALOZIYA SÛRIYÊ DINÊRIN‘

Hebîb bal kişand ku rêxistinên navdewletî li beşekî aloziya Sûriyê dinêre ku aloziyê çareser nake û wiha pê de çû: " Aloziya Sûriyê çareser nakin bi taybet mijarên girêdayî destûrê. Rast e biryara 2254 di qufikên xwe de komîteya destûrî dihewîne, lê mîna ku me bi bîr xistî çawa destûrek di mîna van rewşan de amade dibe yan jî tê nivîsîn ku gelek herêmên dagirkirî û yên nakok hene. Parçebûnek sûrî girêdayî vê destûrê  heye. Em tu serkeftinek di asoya vê komîteyê de nabînin."

Hebîb teqez kir ku pêwîste civaka navdewletî beriya her tiştî dagirkeriya dewleta Tirk rawestîne û terorê tune bike ya ku tevahiya herêmên Sûriyê dike hedef.

Di dawiyê de Hebîb got: "Em hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de karê NY û buroya nûnerê navneteweyî yê Sûriyê careke din di ber çavan re bê derbas bikin. Ji ber ku di rastiyê de êdî tenê nêrînên dewletên diyar mîna ku îro di komîteya destûrî de rû daye pêk tînin. Rûsya, Tirkiyê û Îran mudexeleya karê wê dike. Divê mijarên bajarên dagirkirî û tundiya ku li Sûriyê zêde dibe beriya destûrê werin nîqaşkirin."

(şx)

ANHA