‘Ji destpêka dagirkirinê ve 1200 bûyerên tundiya li dijî jinan hatin belgekirin‘

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî  hezar û 200 bûyerên tundiya li ser jinan belge kirin, ku bi destê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kirin.

‘Ji destpêka dagirkirinê ve 1200 bûyerên tundiya li dijî jinan hatin belgekirin‘
27 mijdar, 2019   05:35
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Bi hatina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan re, bal diçe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û binpêkirinên ku li dijî jinan têne kirin. Li gorî raporên hiqûqî û çapemeniyê binpêkirinên li dijî civakê bi taybet li dijî jinan li herêmên dagirkirî yên Sûriyê zêdetir dibe.

JI DESTPÊKA DAGIRKIRINÊ VE 1200 BÛYERÊN TUNDIYÊ  

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema Efrînê di meha Adara 2018`an de dagirkirine, hemû cûreyên binpêkirinê li dijî sivîlan pêk tînin, wek kuştin, revandin, îşkencedan, koçberkirina bizorê, dizîn û talankirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdeyî  hezar û 200 bûyerên tundiyê li dijî jinan pêk anîne. Ji wan 40 kuştin, 60 destdirêjî, 100 tundiya fîzîkî û zêdeyî 1000 haletên revandina bizorê hatine pêkanîn.

Tundiya li ser jinê bandoreke pisokolojîk û nerênî giran ne tenê li jinan, di heman demê de li li civakê bi giştî çêdike. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan di encamên tundiyê 5 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Dîsa jî bûyerên destdirêjiya cesekî têne pêkanîn ku bi awayekî fermî nehatine belge kirin, ji ber ku qurbaniyan nexwestin bên eşkerekirin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Hêhan Elî ji ANHA`yê re da zanîn ku ji bûyerên tundiyê ji sedî 30 bûyerên tundiya li ser jinan li Efrînê hatine belgekirin.

Hêhan Elî destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker qanûnên tund li ser jinên Efrênê ferz dikin ku li dijî azadiya jinê ne, cilên destnîşankirî li ser jinên Efrînê ferz dikin, nahêlin jin ji mal derkevin û her wekî din binpêkirin û tundiyê li ser ferz dikin.

Hêhan bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kir, li hemberî binpêkirin û tundiya li ser jinê tevbigerin.

Endama Kongra Star a Herêma Efrînê Zehrîban Husên jî axivî û binpêkirin û tundiya li dijî jinê tê pêkanîn şermezar kir û bang li jinan kir, zêdetir xwe perwerde, rêxistin û hişyar bikin û li hemberî tundiya li dijî jinê têbikoşin.

(rr)

ANHA