Meclisa Leşkerî ya Babê: Di bombebarana balafirên nenas de hejmarek çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand, di bombebarana balafirên şer ên nenas li bargehên çeteyên "Merala Firatê" de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Meclisa Leşkerî ya Babê: Di bombebarana balafirên nenas de hejmarek çete hatin kuştin
25 mijdar, 2019   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî êrişa balafirên şer ên nenas ên li Bab û Cerablusê ev agahî parve kir "Balafirên şer ên nenas êvara roja duşemê başûrê bajarê Cerablusê û bakurê bajarê Babê bombebaran kirin. Di bombebarana li dijî gundên Burc, Exterîn û Raî yên gundewarê Babê de nuqteyên çeteyên Ehrar El-Şam, Ehrar El-Şerqiya û Furqet El-Hemzat ku girêdayî Mertala Firatê hatin hedefkirin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar kirin."

ANHA