Rêveberiya Xweser: Divê hesab ji rejîma Tirkiyê bê pirsîn

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê hovantirîn sûcan der heqê jinê de pêk tînin û banga hesabpirsînê ji rejîma Tirkiyê û çeteyên wê kir.

Rêveberiya Xweser: Divê hesab ji rejîma Tirkiyê bê pirsîn
25 mijdar, 2019   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25‘ê Mijdarê  Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra hovantirîn sûc û binpêkirinan der heqê jinên Sûriyê ya berxwedêr de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Milîsên ku Tirkiyê desteka wan dike sînaryoya DAIŞ`ê careke din li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dikin. Bi rêya ferzkirina cil û çanda DAIŞ`ê û qexekirina derketina ji malê li ser jinê hêrs û nijadperestiya xwe li dijî jinê vala kirin. Ev milîs tevahiya cureyên tirsandin, tundî û desthilatdarî bi kar tîne."

Di daxuyaniyê bûyera qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya ku tevî 7 sivîlên din hate qetilkirin û lîstina bi cenazeya wê hate bi bîrxistin û hate gotin: "Ev bûyer isbat dike ku ev kom rêxistina DAIŞ`ê ye lê bi nav û maskek cuda ye. Şehîd Hevrîn nimuneya şerefê, yasmîna aştiyê û şaxê zeytûnê ya ku bala wan nereht kiriye.

Rêveberiya di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bûyera ku bi şervana YPJ`ê Amara re pêk hatiye heman kom beriya wê li Efrînê der heqê Barîn Kobanê de pêk anîne. Tevî bûyerên revandin û qetilkirina jinan di herêmên di bin kontrola wan de.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev sûc hemû tevî sûcên DAIŞ û El-Nusra der heqê jinan de li Sûriyê dihêle ku em li dijî van binpêkirinan bilivin, yekrêziyê ava bikin ji bo ku bi hev re bi rêxistinên jinên azad re li cîhanê kar bikin, da ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber binpêkirinên wan der heqê jinan de pêk anîne di dadgeha navdewletî de werin muhesebekirin."

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de Hêzên Sûriye Demokratîk silav û bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan, sekreterê giştî yê NY û Konseya Ewlehiyê kir ku bi lez êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewanbar bikin û rawestînin.

Her wiha rêveberiya di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya çalakvanên jin ên mafên mirovan kir ku dengên xwe bilind bikin û serî ji gefên û şêwazên tirsandinê yên Tirkiyê û çeteyên wê ji bo ku bêdengkirina jinê dikin, netewînin.

(şx)

ANHA