Balafirên şer ên nenas bejahiya Cerablus û Babê bombebaran dikin

Balafirên şer ên nenas gundewarên Cerablus û Babê yên di bin dagirkeriya çeteyên "Mertala Firatê" de bombebaran dikin.

Balafirên şer ên nenas bejahiya Cerablus û Babê bombebaran dikin
25 mijdar, 2019   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, balafirên şer ên nenas deverên başûrê bajarê Cerablusên gundên Burc, Exterîn ên bakurê bajarê Babê û bajarê Raî bombebaran dikin.

Çavkaniyan diyar kirin cihên safîkirina petrolê û baregehên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk hatin bombebarankirin.

ANHA