Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan

Meclisa Sivîl a Tebqa û MSD‘ê, bi şêniyên Tebqayê re civiyan. Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin û pirsgirêkên jiyanî hatin nîqaşkirin.

Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan
Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan
Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan
Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan
Meclisa sivîl û MSD‘ê bi şêniyên Tebqayê re civiyan
25 mijdar, 2019   16:02
TEBQA

Di nava hefteyekê de, sêyem civîne bi vê rengî ji şêniyan re tê li darxistin. Li gundewarên rojhilatê bajaroka Mensûre civînek û li gundewarên bakurê bajaroka Cerniye civîna duwem û îro jî li navenda Çandê ya bajartê Tebqa civîna sêyem hatin lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqa û endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî axiv. Mihemed Elî behsa rewşa dawî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirk, rêkeftinên agirbestê û binpêkirinên deweleta Tirk û çeteyên wê ji wan rêkeftinên kirin, her wiha behsa kiryar û komkujiyên dagirkeriyê û çeteyên wê der heqê şêniyan de û koçberkirina niştecihên resen ên herêmê hate kirin.

Hat tekezkirin ku, herêmên bi xwîn û fedakariya şehîdan hatine rizgarkirin guftûgo li ser nayê qebûlkirin û hat gotin ku armanca rasteqîn a dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku ji nûve DAIŞ`ê zindî bike û desthiladariyeke nû Osmaniya li herêmê pêk bîne ye.

Di civînê de giliyên welatiyan û pêşniyarên wan têkildarî xebatên xizmetgozariyê û pêdiviyên jiyanî hatin guhdarkirin. Hate gotin ku di demên dawî de ji ber qutkirina rêyan ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve û astengiyên derketine pêş tevgera bazirganiyê, xirab bûye.

(rr)

ANHA