‘Rêxistinên navdewletî koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin!’

Şêwirmendên kampên li herêma Cizîrê diyar kir ku rêxistinên navdewletî koçberan ji bo plan û berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin. Her wiha bang li NY‘yê kirin ku bi awayekî lezgîn alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin.

‘Rêxistinên navdewletî koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin!’
‘Rêxistinên navdewletî koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin!’
‘Rêxistinên navdewletî koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin!’
25 mijdar, 2019   07:33
HESEKÊ -EHMED MIHEMED – NESRÎN ELÎ

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji 9‘ê Cotmehê ve dest pê kiriye û heta niha didomin, pêla koçberiya sivîlan ji herêmên têne topbarankirin, didome.

Li gorî daneyên rêxistinên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama van êrişan de 478 sivîl şehîd bûn, hezar û 70 birîndar bûn û zêdetirî 300 hezar jî hatin koçberkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberan dibistan vekirin û li bajarê Hesekê Kampa Waşokanî û li gundê Til Semin ê navçeya Eyn Îsayê jî kampek vekirin.

Ferahiya kampa Waşokanî ya li bajarokê Tiwêna yê bajarê Hesekê 670 donim e. Niha 370 malbat anku hezar û 800 kes lê hatine bicihkirin. Rojane hejmarek şêniyên herêma Serêkaniyê û deverên derdora wê li vê kampê têne bicihkirin. Li gorî rêveberiya kampê, kamp dikare 2 hezar û 660 malbatî hembêz bike.

Alîkar ji çadir û pêdiviyên sereke ji aliyê Hevya Sor a Kurd ve li koçberan tên belavkirin.

Şêwirmendê kampên li herêma Cizîrê Rojhat Elî diyar kir ku di rojên bê de cih ji bo derdorî 400 çadirên din bê amadekirin da ku pêşwaziya hejmareke din a koçberan bikin.

Rojhat anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî heta niha ji bo avakirina kampê alîkarî pêşkêş nekiriye û got: "Diviyabû NY‘yê kamp vekiribana. Tevî gelek hevdîtin di navbera me û wan de pêk hatin, lê ew hewl didan di aliyê siyasî de nêzîkî mijarê bibin û heta niha tiştek pêşkêş nekirine."

Elî bal kişand ku "Hemû rêxistin karê xwe wekî kareke sereke û domdar nabînin, tenê ji bo ku raporan pêşkêşî rêveberiyên xwe bikin bêjin va me alîkarî daye koçberan. Heta niha tu rêxistin buroyên xwe di hundirê kampê de venekirine. Hemû alîkarî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve têne kirin."

Elî got: "Li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî, cihê ku hezar kes lê hebin divê NY‘yê destwerdanê bike û alîkariyê pêşkêş bike. Waliyê Hesekê belgeyên rêxistinan ên kar di hundirê kampê de qebûl nake. Ewnan şêniyên me ji bo plan û berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin."

Şêwirmendê kampên li herêma Cizîrê bang li rêxistinên mirovî kirin ku navendên xwe li kampê vekirin ji ber hewcedariya şêniyan bi alîkariyê heye.

ANHA