ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25. 11. 2019‘an

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25. 11. 2019‘an
25 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan meşê tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid anî ziman ku raporên der barê vegera şêniyên li herêmên dagirkirî de ne rast in û destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan bi cih nayînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêwirmendên kampên li herêma Cizîrê diyar kir ku rêxistinên navdewletî koçberan ji bo bo palan û berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin. Her wiha banga li NY‘yê kir ku bi awayekî lezgîn alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Evîn Siwêd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrişên xwe jina azad a ku bûye sembola jinê li cîhanê kir hedef û got: "Divê ew bikevin lîsteya terorê ya cîhanî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka fermî ya YPJ`ê Nesrîn Abdullah banga pêwîstiya avakirina mekanîzmeya parastinê ya hevbeş ji tevahiya jinên cihanê re kir ji bo ku jinê ji tundiya faşîzmê û pergalên serdest biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê gotin, artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de xwest îradeya jina azad bike hedef û teqez kirin ku şideta li dijî jinan şideta li dijî mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Hedle û keça wê, bi malbatên din ên koçber re dibin hevparê êş û azaran , her wiha dibin hevkarê hêviyên vegerê û jiyana bi ewle, bi êşên nexweşiyê û rû bi rûbûna azarên koçberiyê re çîrokeke bi êş dafirînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA