Şêniyên Girê Spî bargeheke çeteyan şewitandin

Şêniyên taxa Cisir a bajarê Girê Spî nerazîbûn nîşanî destdirêjiya çeteyan a li ser jinên taxê dan û naveneke çeteyan şewitandin. Li gorî agahiyan 3 çeteyan ji ber şewatê mirin.

Şêniyên Girê Spî bargeheke çeteyan şewitandin
24 mijdar, 2019   17:26
GIRÊ SPÎ

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku şêniyên taxa Cisir a bajarê Girê Spî bargeheke çeteyan şewitandin, di encamê de 3 çete mirin.

Heman çavkanî diyar kir ku ev bûyer wekî bersivdana destdirêjiya çeteyan a li ser jinên taxê pêk hat.

ANHA