Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ciwan  ji bo 25‘ê Mijdarê di nava çalakiyan de ne

Jinên ciwan ên herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê serdana goristanên şehîdan kirin û daxuyaniyên şermezarkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dan.

24 mijdar, 2019   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye..Bi berxwedana Hevrîn em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" têne lidarxistin. Di vê der barê de bi pêşengtiya jinên ciwan serdana goristanên şehîdan hatin kirin û daxuyaniyên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê hatin dayîn.

TEBQA

Li bajarê Tebqayê, piştî belavkirina belavokan û daliqandina pankartên der barê 25‘ê Mijdar de, bi tevlîbûna bi dehan jinên bajarê, endamên Rêveberiya Jinan, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Pêşeroja Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristana Şehîdan kirin. Piştî mûm li ser gorên şehîdan vêxistin endama rêveber a Buroya Jinan a Partiya Pêşeroja Sûriyê ya şaxê Tebqayê Meryem El-Ful daxuyanî xwend. Meryem bang li jinên herêmê kir ku ji bêdengiyê derkevin, xeta berxwedan û têkoşînê berdewam bikin.

Meryem şehîd Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê û Hevrîn Xelef bi bîr anî û got" Ev şehîdanan xwedî dengê azadiyê ne û dayikên mirovaniyê ne ku îro bûne sembola fedekarî û rêya azadiyê nîşanî jinên cîhanê kirin."

REQA

Bi dehan jinên ciwan, endamên meclisan û malbatên şehîdan li goristana Şehîdan a Reqayê kom bûn û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre ciwanan gul danîn ser gorên şehîdan û mûm vêxistin.

Bi navê jinên ciwan Fatima El-Hesen daxuyanî xwend, êrişên rejîma dewleta Tirk û çeteyên wê yên yên li dijî herêmê û sûcên li dijî jinên têkoşer û siyasetmedar şermezar kir û got: "Armanc bêdengkirina jina azad û zindîkirina DAIŞ‘ê ye, lê berxwedana jin ji hemû jinên cîhanê re serbilindahiyeke, îsbat kir ku jin dikarin hişmendiya baviksalarî bişkînin. Ev yek di kesayeta têkoşer Hevrîn Xelef, Amara û hemû şehîdên jin ên Berxwedana Rûmetê yên xuya dibe."

QAMIŞLO

Jinên ciwan bi beşdarbûna malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî dan.

 Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a  Yekitiya Jinên Ciwan Sozdar Kawa ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Yekitiya Jinên Ciwan soz didin têkoşînê mezin bikin da ku zihniyeta baviksalarî hilweşînin ku jinan bi sedên salan qeyd kirin û ji mafên wê bê par hiştibûn."

Pişî daxuyaniyê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê jinên ciwan ên navçeya Tirbespiyê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur hatin bav hev. Mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin. Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Necla Şîhab daxuyanî xwend, bi navê jinên ciwan ên navçeyê soza domandina xeta têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dixwaza îradeya jina azad bişkînin da. Her wiha bang li ciwanên şoreşger ên Sûriyê kir ku piştgiriyê bidin QSD.

HESEKÊ

Jinên  ciwan ên bajarê Hesekê û gundewarên wê li Goristna Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê kom bûn. Mûm li ser gorên şehîdan vêxistin. Hevseroka Meclisa Jinên Sûriyeya Demorkatîk Tolîn Mûsa daxuyanî xwend û got: "Bi dengê hemû jinên Sûriyê em Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em beşek ji azaran jinên li Sûriyê bi bîr tînin; ku bi bêdengî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Sûriyê bi taybet jinên Kurd temaşe dike. Mînaka van sûcan qetilkirina Hevrîn Xelef û Amara û revandina şervana YPJ‘ê Çîçek e û gelek mînakên din ên qetilkirin, tecawizkirin û bikaranîna jinan hene. Ji ve em dengê xwe dikin û ji cîhanê re dibêjin; hûn in ên ku banga azadî û mirovaniyê dikin wijdanê wê mirî ye li hemberî van sûcên ku rojane têne kirin."

DIRBÊSIYÊ

Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan daxuyanî da. Bi dehan jinên ciwan ên navçeyê wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên Yekitiya Jinên Ciwan hildan û tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Dilbirîn Meimo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Wek Yekitiya Jinên Ciwan em ê her tim li hemberî zulmê û zordestiyê bin, em bang li tevahiya jinan dikin ku banga mafên xwe û mafên tevahiya jinan bikin."

DÊRIK

Li Dêrikê jî Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya Kongreya Star de bi dirûşmeya "Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê bişkînin " mûm li gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Xebat Dêrik vêxistin.

Di çalakiyê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Evîn Mihemed daxuyanî xwend, got: "Wek Yekitiya Jinên Ciwan di kesayeta  şehîd Hevrîn û tevahiyia têkoşerên jin em soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina asta têkoşînê  li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê didin. Hovîtiya Tirkiyê der heqê jinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt asta sûcên şer li dijî mirovahiyê."

Piştre sînevizyonek girêdayî berxwedana jina kurdistanî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî dagirkeriya Tirk hate pêşendan.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî bi heman armancê jinên ciwan serdana Goristana Şehîdan a Navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan ji hêla endama yekitiyê Gulistan Meimû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Jin kaniya bexşîn û mirovahiyê ye, dergûşa şaristaniyê, ji destpêka hebûna mirovahiyê û heta niha afrînera dîrokê ye. Di Berxwedana Kobanê de qêrîna şehîd Arîn Mîrkan a ku bûye dengê jina Kurd a azad, bû. Divê em rola jinê di Berxwedana Serdemê de li Efrînê mîna Avesta, Barîn û gelek şehîdên din  ji bîr nekin. Ew li hember hovantirîn cureyên dagirkeriyê û terorê li berxwe dan û ev berxwedanî li herêmên Şehbayê berdewam e.

Êrişa Erdoganê torî li ser Rojava bi giştî berdewam e, di hewldanekê de ji bo vîna jinê û projeya neteweya demokratîk bişkîne, hovantirîn cureyên tundiyê, şîdetê, îşkenceyê û kuştin der heqê jinê de pêk tîne. Mînaka herî berbiçav, şehîd Hevrîn a ku bi destê xedirê hate hedefgirtin. Armanc jî hedefgirtina hêza jinê ya siyasî û pêşengtiya wê ye ji ber ku jin xwedî vîn e û bi axa xwe ve girêdayî ye mîna dayîka Aqîde ye."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinê bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA