Mamoste û şagirtinên Dirbêsiyê li dijî biryara darvekirina  mamoste Zehara meşiyan

Bi sedan şagirt û mamosteyên navçeya Dirbêsiyê  biryara rejîma Îranê ya darvekirina mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî şermezar kir.

Mamoste û şagirtinên Dirbêsiyê li dijî biryara darvekirina  mamoste Zehara meşiyan
Mamoste û şagirtinên Dirbêsiyê li dijî biryara darvekirina  mamoste Zehara meşiyan
Mamoste û şagirtinên Dirbêsiyê li dijî biryara darvekirina  mamoste Zehara meşiyan
24 mijdar, 2019   15:53
HESEKÊ

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina biryara rejîma melalî ya îranî ya darvekirina mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî çalakiyek orgenîze kir.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a navçeyê destpê kir û di nav kolanên navçeyê yên sereke de meşiyan. Şagirt û mamsoteyan pankratên bi nivîsên ku bu 4 zimanan Erebî, Kurdî, Soranî û Inglîzî hatine nivîsîn `Em zimanê xwe diparêzin`, `Ziman beden e û çand beden e wan biparêzin` hildan û sloganên şermezarkirina cezayê darvekirinê der heqê mamoste Zehra de berz kirin.

Meş li ber Çarxerêya Xemgîn li navenda navçeyê rawestî. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Komîteya Dibistanan Sozdar Mihemed daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Ziman nasnameya gelan û civakê ye. Dijminên gelê Kurd her tim şerê zimanê wan kir bi armanca nasname û çanda wan biçewisînin. Lew ra bi tevahiya rêbazan hewl didin zimanê wî qir bikin. Lê ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî û fêrkirina wê ji zarokan re em ê şerê dijminan bikin."

Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku mamoste Zehra Mihemedî di dibistanên Îranê de perwerdeyê dide. Xwest zarokên kurdan fêrî zimanê wan ê zikmakî bike. Lê rejîma Îranê cezayê darvekirinê der heqê wê de birî.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wek mamosteyên navçeya Dirbêsiyê em bang li rêxistinên navdewletî û mirovî dikin ku rê li pêşiya sûcên rejîma Melalî ya îranî bigirin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina biryara îranî û teqezkirina berdewama têkoşînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA