Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî

Bi boneya 25`ê Mijdarê Koma Viyan Soran a girêdayî Kevana Zêrîn pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî ji şano û govenda gelêrî li kantona Şehbayê didomîne.

Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî
Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî
Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî
Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî
24 mijdar, 2019   16:27
ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Tevgera Kevana Zêrîn di Kampa Berxwedan de ya girêdayî navçeya Fafînê li Şehbayê bi tevlibûna bi dehan şêniyên kampê û endamên jin ên yekitiyê sivîl, çalakiyên hunerî ji şano û dîlan li dar xistin.

Di çalakiyê de Koma Viyan Soran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn du şano pêşendan.

Di şanoyan de têkoşîna jinê li hember tundiya li ser jinê li ser tevahiya astan û  hewldana wê ji bo ku azadî û mafên xwe bidest bixe vegot. Her wiha îşaret bi êrişên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan der heqê  jinan û zarokan de hate kirin.

Heman çalakî wê sibe li Şehbayê dîsa li dar kevin.

(şx)

ANHA