Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 100 darên zeytûnan birîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 100 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Axcelî ya kantona Efrînê birîn.

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 100 darên zeytûnan birîn
24 mijdar, 2019   15:16
EFRÎN

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe yên li dijî şênî û xwazeya Efrînê didomînin. Çeteyan îro 100 darên zeyûtn ên şêniyên gundê Axcelî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê birîn .

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 15 hezar darên zeytûnan ên kantona Efrînê birîne.