Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin

Li Hesekê der barê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin panêleke hate lidarxistin.

Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
Geşedanên dawî di panêleke de hatin nirxandin
23 mijdar, 2019   18:32
HESEKÊ

Yekitiya Rwşenbîrên Kantona Hesekê têkildarî geşedanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin de panêleke li avahiya TEV-DEM‘ê ya bajarê Hesekê lidar xist.

Bi dehan rewşenbîr beşdarî panêlê bûn. Panêl bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Rêveber yê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê yê şaxê kantona Hesekê Mihemed Beşîr axivî û got: "Li Sûriyê eredek nema û şer lê neqewimî. Hemû dewletên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe parve bikin li Sûriyê ne."

Beşîr der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got, armanca Tirkiyê ya ji êrişan tinekirina rêveberiya herêmê ye ku pêkhateyan hemûyan hembêz dike "Ji ber ku serkeftina vê rêveberiyê tê wateya belavkirina fikrê demokratîk di hundirê Tirkiyê de, nemaze ku Tirkiyê di nava krîzên siyasî û aborî fetisî ye. "

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku Tirkiyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne û bal kişandin ser modêla jiyana hevbeş a di bin sîwana projeya netewa demokratîk de.

Beşdaran her wiha anîn ziman ku jinan di bin bangê Rêveberiya Xweser de roleke pêşeng di her qadan de dikin û banga hevgirtinê ji bo derxistina dagirkeran ji herêmê li pêkhateyan hate kirin.

ANHA