Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên welatiyên Almanyayê û zarokeke welatiya Amerîkayê, radestî hikumetên wan kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve zarokek amerîkî û 3 yên almanî radest kirin
23 mijdar, 2019   13:04
QAMIŞLO

Konsolosê Alman Seven Karupse gihîşt Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê berê yê Ukraynayê Peter Galbraith gihîşt deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de da ku rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibînin ku zarokên DAIŞ’î yên ku hemwelatiyên welatên wan in ku temenê wan di navbera 2 heta 6 saliyê de ye, wergirin.

Di pêşwazîkirina şandeyê de, endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberê deriyê Sêmalka Abdurehman Selman û endama Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê Aytan Îsa amade bûn.

Di civîneke li pêş torên çapemeniyê girtî de, nîqaş di navbera şandeya Amerîka, Alman û Daîreya Têkiliyên Derve de pêk hat.

Piştî bidawîkirina civîna di navbera şande û Daîreya Têkiliyên Derve de, protokola radestkirina zarokan piştî sepandina hemwelatîbûna hikumetên welatên wan, hate îmzekirin.

Li pey bidawîbûna civînê, konsolê Almanyayê Seven Karupse ji ajansa me ANHA’yê re daxuyand û wiha got: "Em spasiya Rêveberiya Xweser û Daîreya Têkiliyên Derve û hemû kesên beşdarî vegerandina van zarokan û dayikên wan bûne, dikin û hêvî dikin ku ev pêngavên destpêkê yên jiyana xwezayî ji van zarokan re bin."

Seven Karupse têkildarî qurbaniyên ku QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de dane û hê jî dide, spas kir. Seven Karupse wiha domand: "QSD’ê gelek qurbanî dan ku rê li pêş teror û îdeolojiya DAIŞ’ê ya li dijî mirovahiyê bigire. Di heman demê de jî rêyeke dirêj ber bi aştî, ewlehî û aramiyê ve li tevahî Sûriyê vekirin. Ji lew re Almanya hewl dide baweriyên olî, nêrînên siyasî û tevlêbûn çi dibin bila bibin, aştiyê li tevahî Sûriyê pêk bîne."

Li aliyekî dîtir jî balyozê Amerîkayê yê berê li Ukraynayê Peter Galbraith wiha got: "Ez nikarim bi navê hikumeta Amerîkayê biaxivim. Lê belê dizanim ku di vê kêliyên hestên gelê Amerîkayê ku spasiya mezin a QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê hêsankirina zaroka hemwelatiya Amerîkayê dike, tînim ziman ku girîngî bi awayekî baş piştî ku ji xofa DAIŞ’ê revî, dane wê."

Peter Galbraith wiha pê de çû: "Dixwazim birêz Abdurehman Selman, Dr. Abdulkerîm Umer û tevahî rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha jî fermandarên QSD’ê spas bikim. Li aliyekî din jî dixwazim hevalbend û dostên xwe yên Alman ku saetên dirêj man heta ku zaroka Amerîkayê hatiye jî spas bikim û hestên gelê Amerîkayê ji YPJ’ê, YPG û QSD’ê re di têkoşîna DAIŞ’ê de radigihînim."

Peter Galbraith wiha da zanîn: "Em bi Amerîkayê ku alîkariyên asîmanî pêşkêş kirine, serbilind in. Hêzên li erdê hebûn û zirarên me hindik bûn. Lê belê gelê vir 11 hezar şehîd dan. Ez wek şêniyê Amerîkayê ku helwesta xwe wek ferdekî ji gelê Amerîkayê tînim ziman ku divê DYA û tevahî cîhan xebatê bişopînin da ku bibe serkeftineke bihêz ku DAIŞ venegere. Her wiha jî parastina gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mafên wan di aştiya pêşerojê de jî bên dabînkirin."

Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdurehman Selman jî kedên hikumeta Alman ku giraniya wê di cîhan û YE’yê de heye, spas kirin û got divê roleke wê ya girîng di xebata siyasî û aştiya li Sûriyê de jî hebe.

Li dawiyê jî Selman kedên hikumeta Amerîkayê yên ku serkêşiya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dike ku piştevaniya asîmanî ji QSD’ê re li dijî têkbirina DAIŞ û şaneyên veşartî kiriye, spas kirin û bal kişand ser ku hemle bi koordîneya bi QSD’ê re berdewam e.

(fr)

ANHA