Enwer Qirqaş: Êrişên Tirkiyê xetereyê li ser herêmê çêdikin

Wezîrê karên derve yê dewleta Îmaratê Enwer Qirqaş diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyê xetereyê li ser tevahiya herêmê çêdike, her wiha destnîşan kir ku tiştê ku dewleta Tirk pêk tîne, pêkanîna armancên kevn e.

Enwer Qirqaş: Êrişên Tirkiyê xetereyê li ser herêmê çêdikin
23 mijdar, 2019   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Enwer Qirqaş ji televîzyona El-Erebiyê re wiha got: "Êrişa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê, xetereyê li ser herêmê çêdike, herêmên Kurd û elewiyan li Tirkiyê derbas dike û Erdogan gelek caran got ev herêm di dîrokê de parçeyekî Tirkiyê ye."

Qirqaş wiha domand: "Êrişa Tirkiyê ya li ser herêmê, ne suprîz bû ji bo hêzên di nava aloziya Sûriyê de. Ew ji destpêka aloziya Sûriyê ve radigihîne û gefan lê dixwe ku ew ê armancên xwe hêdî hêdî pêk bîne."