Fransa ji vekişîna Amerîkayê bi fikar e

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Barley metirsiya xwe ji ber encamên vekişandina  Amerîkayê ji Rojhilata Navîn ragihand.

Fransa ji vekişîna Amerîkayê bi fikar e
23 mijdar, 2019   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Florence Barley îşaret pê kir ku DYA vekişîna hêdî ya bi zanebûn, li Rojhilata Navîn pêk tîne û got ev nakokî êdî diyar e ku dema serokê berê Barack Obama nehişt bersivên leşkerî bidin êrişên kîmyewî li Sûriyê di 2013’an de.

Florence Barley got ev rewş dê bidome heta ku encamên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên pêş diyar dibin. Florence Barley ragihand ku ew bawer e ku ev nakokî dê bikevin xizmeta Rûsya, Tirkiye û Çînê ku valahiya vekişîna Amerîkayê dagirin û bal kişand ser ku Parîs dê bang li Tehranê bike û dê li kêleka hevalbendên xwe yên herêmî be.

Barley wiha domand: "Herêm her tim di lawazbûnê de ye û piştre zêdebûna destwerdana Amerîkayê, lê belê vê carê rewş xeternaktir e."

Her wiha Florence Barley bi bîr xist ku keştiyeke balafiran a Amerîkayê û keştiyên dîtir di vê hefteyê de di Tengava Hurmiz a stratejîk re derbas bûn.

(fr)