Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir

Bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" komxebata Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê dest pê kir.

Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir
Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir
Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir
Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir
Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir
23 mijdar, 2019   11:03
QAMIŞLO

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di  çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de û bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" dest bi komxebata xwe kir. Komxebat li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dikeve.

Di hola komxebatê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef ku 13`ê Cotmehê ji aliyê Artêşa Wetenî ya Sûriyê ve hat şehîdkirin, wêneyên dayika Eqîde ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li dijî karwanê ku ber bi Serêkaniyê ve diçû di 13`ê Cotmehê de, her wiha wêneyên komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî sivîlan pêk hatine, hatine daliqandin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê tev li komxebatê bûn.

Di destpêkê de seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Rûken berxwedana lehengî ya şervanan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 9`ê Cotmehê ve dest pê kirine, silav kir.

Rûken diyar kir ku di nava çend salên şoreşê de jinan gelek gav avêtin, di hemû aliyan de serkêş in û wiha anî ziman: "Îro hemû hêzên navdewletî û bi taybet dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê projeya me dikin hedef. Ji ber ku ditirsin ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên din û bi taybet li Tirkiyê belav bibe."

Rûken destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze îradeya gelê herêmê û bi taybet îradeya jinên azad têk bibe, ji ber wê jî siyasetmedar Hevrîn Xelef bi hovane şehîd xist û bi cenazeyên têkoşeran dilîzin.

Di dawiyê de seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed tekez kir ku jin bingeha demokrasiya civakê ye.

Komxebat didome.

(bx)

ANHA