Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbatek rizgar kir

Malbatek ji 4 kesan pêk tê, ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li ser navçeya Eyn Îsa reviyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbat rizgar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbatek rizgar kir
23 mijdar, 2019   10:23
EYN ÎSA

Ji saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî navçeya Eyn Îsa dikin û QSD bersivê dide. Di encama şer de gelek malbat ji gundên xwe derketin û li navenda navçeyê bi cih bûn.

Malbatek ku ji jin, mêr û 2 zarokên cêwî ku hîn berşîr in, ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundê xwe derket û Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbat ji êrişan xelas kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn alîkariya malbatê kir û ew li herêmeke ewle bi cih kir.

(eh)

ANHA