Jeffrey: Mayîna li Sûriyê, berdewama hevpariya bi QSD’ê re ye

Nûnerê DYA’yê yê taybet li Sûriyê James Jeffrey piştrast kir ku mayîna hêzên welatê wî li Sûriyê, bi taybet li herêmên petrolê, mîsogerkirina berdewama hevpariya bi QSD’ê re ye ku aktîfbûna xwe di şerê DAIŞ’ê de sepandiye û îşaret pê kir ku serweriya QSD’ê li ser petrolê li gorî qanûnan e ku parçeyek ji gelê Sûriyê ye.

Jeffrey: Mayîna li Sûriyê, berdewama hevpariya bi QSD’ê re ye
23 mijdar, 2019   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê taybet li Sûriyê James Jeffrey civîneke çapemeniyê der barê civînên Meclisa Ewlehiyê yên li ser Sûriyê de li dar xist û bal kişand ser ku DYA ji ber êrişa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs e.

James Jeffrey wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hedefa mayîna Amerîkayê li Sûriyê, bi taybet li herêmên petrole, mîsogerkirina berdewama hevpariya bi QSD’ê re ku aktîfbûna xwe di şerê DAIŞ’ê de sepandiye."

Jeffrey da zanîn ku destûra Sûriyê diyar dike ku petrol divê ya gelê Sûriyê be û QSD ku serweriya li petrolê ji 4 salan ve dike, dê di vî warî de berdewam be. Ev jî qanûnî ye ku QSD jî parçeyek ji gelê Sûriyê ye.

Der barê bersivdana pirsa îxanetkirina DYA’yê li QSD’ê û Kurdan de, Jeffrey wiha got: "Me îxanet li tu kesî nekiriye û şewqa kes nedaye dewleta Tirk ku êriş bike. Lê der heqê wê de karekî cidî kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê koordîneyê bi QSD’ê re dikin û hewl didin alîkariyê bi fişarkirina dîplomasiyê û cezayan li dewleta Tirk bikin da ku neçar bibe êrişên xwe rawestîne.”

Jeffrey piştrast kir ku pêkanîna DYA’yê der barê sozên li hemberî hevkarên xwe de girîng e û dê parastina wê bike û her wiha jî parastina sozên xwe li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bike.

(fr)