Mijarên rojnameyên erebî – 23 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlib, xwepêşandanên li Iraq, Lubnan û Îranê û rewşa Tirkiyê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 23 Mijdar
23 mijdar, 2019   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: GELO DÊ DEWLETA TIRK IDLIBÊ BIFIROŞE HÊZÊN EL-ESED?

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê di gelek waran de kir û ya herî girîng jî rewşa Idlibê bû. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha daxuyand: "Dewleta Tirk li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê serweriyeke mezin e ku berîka dawîn a serweriya opozîsyonê û herêma dawîn ji welat ku hêzên biyanî yan serok Beşar El-Esed lê ne serwer in. Lê belê rewşa Tirkiyê di dirêjahiya vê demê de ne ewle bû.

Şêniyên Idlibê der heqê desthilatên niha de ne aram in û li dijî wê xwepêşandan hene. Lê belê der barê hikumet û hevalbendên wê de bi fikar in."

Têkildarî mijarê, gerînendeyê hevpar ê saziya ‘Doctors under Fire and Humanitarian Advisor’ û şêwirmendê karên mirovî Hamish Gordon got: "Idlib niha piştî rawestandina hêzên dewleta Tirk a êrişên Rûsya û hêzên Şamê li ber deriyên parêzgehê, li ser keviya şûr e. Li Idlibê 3 milyon sivîl tevî 5 hezar cîhadîst di çemberê de ne."

Lê belê pêkanîna dewleta Tirk der barê Idlibê de ne diyar e û Enqere hewl dide herêma ewle bi rêya êrişên xwe yên ku li dijî QSD’ê ku sekêşiya wê Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ava bike.

Dewleta Tirk bi Rûsyayê re peymana parastina herêmê îmze kir. Lê çarenûsa Idlibê di nava israra El-Esed a ragihandin û berdewama vegerandina wê de, li ber bayê ye.

Tirsa herî zêde ya şêniyên Idlibê, pêşniyara dewleta Tirk a bicihkirina koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku piştî demekê berê li Idlibê bi cih kirine û ew jî der barê îmzekirina dewleta Tirk a peymaneke nû de ku Idlibê radestî hêzên El-Esed bike de, metirs in.

Li aliyekî dîtir jî gerînendeyê Saziya Şêwirê ya Jeosiyasî ya ku navenda wê li Washingtonê ye piştrast kir ku bawerî nema ye û tê texmînkirin ku peyman bi endamên Heyet Tehrîr El-Şam re be. Ji ber wê jî piranî sûrî ditirsin ku dewleta Tirk Idlibê di demeke nêz de radestî Rûsya û hêzên El-Esed bike.

Texmîn dibe ku tu peyman bêyî xetereyên mezin derbas nabin. Her wiha dewleta Tirk li dijî QSD’ê êrişek pêk anî û QSD’ê jî peymanek bi hikumeta Sûriyê re danî ku hêzên El-Esed derbasî herêmên di bin serweriya Kurdan de bin.

Elizabeth Tsurkov dosta Peymangeha Lêkolînên Siyasî yên Derve wiha dibîne: "Ji rasteqîna qeyda rejîmê, opozîsyon ku El-Esed wan alîgirên rejîmê wek çalakger, ambulansvan, endamên rêxistinên mirovî û çekdarên berê dihesibîne, her tim di hedefên girtinê de ne."

EL-BEYAN: TRUMP, ÎRAN BI NIXUMANDINA XWEPÊŞANDANAN TAWANBAR KIR

Der barê rewşa Îranê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Serokê Amerîkayê Donald Turmp hikumeta Îranê bi qutkirina înternetê tawanbar kir da ku "mirin û êş"a di nava xwepêşandanên Îranê de binixumîne.

Trump li ser hesabê xwe ya li Twitterê wiha nivîsand: "Rewşa Îranê ne aram e. Gihîştiye asta ku rejîm toryên internet bi temamî bigre da ku gelê Îranê yê mezin nikaribe der barê tundiya mezin ku li hundirê welêt çêdibe, biaxive.”

EL-EREB: ERDOGAN PIŞTÎ HUKMÊ GIRTINA ROJNAMEVANAN, CAREKE DIN QEZAYÊ DIXE METIRSIYÊ

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Gerînendeya Rêxistina Human Rights Watch li Tirkiyê Emma Sinclair-Webb roja pêncşemê got karê rojnamegeriyê careke din hat şermezarkirin." Ev yek di dema ku girtina li dijî rojnamevanên ku ji rojnameyeke opozîsyonê re dixebitin, hat. 

Gerînendeya rêxistinê wiha diyar kir: "Ev biryara şermok dê di rûpelê dîrokê de weke delîlekî ku rejîma dadgehkirinê ya Tiriyê bê denge ye"

Dadgeha Tirkiyê cezayên girtinê li dijî rojnamevanên berê ku di rojnameya Cumhuriyet a muxalîf de dixebitin, hişt. Bi vê yekê nêrîna dagehkirina cudahiyê ku ev biryar îptal kiribû, paşguh kir.

ŞERQ EL-EWSET: XWEPÊŞANDANA GEL LI SER PIRA 4 A BEXDAYÊ DIDOME

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh li Bexdayê şer di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêrên ku ber bi pira 4 a li Bexdayê (Pira Şûhedaa) ve diçûn da ku kontrol bikin, rû da, her wiha da ku ber bi banka navendî û mezada daravî ve biçin, xwepêşandêr wan navendan cihê herî berbiçav a talankirinê ji aliyê partiyên siyasî diyar dikin."

AFP`ê ji çavkaniyên tenduristiyê diyar kir ku 2 xwepêşandêr bi guleyan di êrişê de jiyana xwe de dest da, her wiha xwepêşandêrekî din bi bombeya gazê ya rondikrij birîndar bû. Beriya niha jî ajansa Reutersê ragihand ku xwepêşandêrê 4 ku bi awayekî rast e rast bi bombeya gazê hate kuştin. her wiha ajnasa nûçeyan a Almanya diyar kir ku 5 xwepêşandêr hatin kuştin û 75 kes birîndar bûn.

ÎMARAT EL-YEÛM: LUBNAN SALVEGERA SERXWEBÛNÊ BI XWEPÊŞANDANAN PÎROZ DIKE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnemeya Îmarat El-Yeûm wiha got: "Bi boneya cejna serxwebûnê, serokê Lubnanê Mîşêl Un serkêşiya torana leşkerî kir, di demekê de ku xwepêşandan di roja 37’an de didomin û daxwaza rizgarkirinê ji hikumetê dikin.”

(ekîb)