Zarokekî koçber: Dixwazim vegerim dibistanê

Ebdulrehman ê 14 salî behsa koçberiya ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dike. Ebdulrehman got: “Çeteyên dagirkeriyê mal û milkên me dizîn û tiştekî me nemaye, hêvî dikim QSD`ê herêmên me rizgar bikin em vegerin dibistanên xwe û wek berê di ewlehiyê de bijîn.``

Zarokekî koçber: Dixwazim vegerim dibistanê
Zarokekî koçber: Dixwazim vegerim dibistanê
Zarokekî koçber: Dixwazim vegerim dibistanê
Zarokekî koçber: Dixwazim vegerim dibistanê
23 mijdar, 2019   05:53
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre 9`ê Cotmeha derbasbûyî, li ser bajêr û gundewarên wê, neçarî koçberiyê bûn. Şêniyan ji tirsa pêkanîna komkujiyan ji aliyê dagirkeriyê ve warên xwe bi cî hêştin û derketin.

Şêniyan berê xwe dane herêmên bi ewle yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diparêze li kantona Hesekê. Hinek ji koçberan berê xwe dane gund û bajaran cem xizmên xwe, hinan jî berê xwe dane dibistanên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberan hatine destnîşankirin.

Yek ji malbatên bajarê Serêkaniyê ji gundê Um El-Xêr koçber bûne, malbata zarokê 14 salî Ebdulrehman Silêman e, Malbata Ebdulrehman ji 6 zarok, dayik û bav pêk hatiye.

Malbata Ebdulrehman ji ber dijwariya topbarana dagirkeriyê bi ser gundê wan de neçarî derketinê bûn, wiha dibiêje:``Topbaran li ser gundê me giran bû, pir kes hatin kuştin û gelek mal hatin herifandin. Babê min tirsiya ku mala me jî were topbarankirin, em bilez derketin û me nikarîbû pêwîstiyên xwe jî li gel xwe bihînabana.``

Berê xwe dane navçeya Şedadê, tenê 5 hezar L.S pêre hebûn

Malbata Ebdulrehman berê xwe dane gundê Herîrê ya navçeya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê, wek dibêjin ji bilî 5 hezaran bi bavê wî re tune bû, ev miqdarê pereyan têra 2 yan 3 rojan dike yan na.

Tîkildarî çûyîna wan a Şedadê Ebdulrehman got:`` Li gundewarên Şedadê xizmên me hebûn û li wêderê şênî jiyaneke bi ewle derbas dikin.``

`Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê mal û milkên me diziyan`

Ebdulrehman diyar kir ku di dema ragihandina agirbestê li Serêkaniyê de, bavê wî bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berê xwe dane bajarê Serêkaniyê da ku birîndaran derxînin, ji wêderê jî berê xwe daye male da ku hin pêdiviyên pêwîst wek cilan li gel xwe bihîne, wiha domand:``Lê bavê min dît ku her tiştê mala me hatiye dizîn, 100 serî miyên me hebûn hatibûn dizîn, çeteyan sewalên me jî dizîn, bavê min dema hatiye ji me re got tiştekî me nehêştine, her tiştê me dizîne.``  

Birayê Ebdulrehman ê 12 salî Salih got:``Me li Serêkaniya jiyaneke bi ewle derbas dikir, sewalên me hebûn, çandinî hebû, lê ewên bi navê artêşa azad her tiştê me diziyan, me li ser televizyonê ew dîtin çawa mala me didizin.``

Herdu birayên biçûk ku ji xwe re qutiyên kazozan kom dikirin gotin:`` îro li vê derê tiştekî me tuneye, ji ber wê yekê em ji xwe re qutîkan komdikin û difroşin, ji xwe re nan dikirin rewşa me wisa ye, pêştir em li mala xwe bûn û tiştekî kêm tunebû.``

Ebdulrehaman di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:`` Hêviya me ew e ku QSD`ê herêmên me rizgar bike, da ku em karibin vegerin, herin dibistana xwe û weke berê jiyaneke bi ewle li gel mal û hevalên xwe derbas bikin.``

(rr)

ANHA