Rêxistina FBR alîkarî li koçberên ji Girê Spî belav kir

Rêxistina Free Burma Rangers bi hevkariya Buroya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Kobanê parên xwarinê li koçberên ji bajarê Girê Spî belav kirin.

Rêxistina FBR alîkarî li koçberên ji Girê Spî belav kir
Rêxistina FBR alîkarî li koçberên ji Girê Spî belav kir
Rêxistina FBR alîkarî li koçberên ji Girê Spî belav kir
22 mijdar, 2019   12:09
KOABANÊ

Îro rêxistina Free Burma Rangers (FBR) a Amerîkî 100 parên xwarinê li koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Kobanê bi cih bûne, belav kirin.

Endama Buroya Rêxistinên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a bajarê Kobanê diyar kir ku îro nêzî 100 parên xwarinê li koçberan belav kirin û dê di hefteya bê de rêxistina FBR bi sedan parên xwarinê û nivînan li malbatên koçber belav bike.

Di 9 Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, nexasim bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, ji ber vê yekê şênî neçar man koç bikin û li bajarê Kobanê bi cih bibin. Hejmara malbatên ji Girê Spî li bajarê Kobanê bicihbûne nêzî 925 malbatî ye.

(eh)

ANHA