‘Dagirkeriya Tirk hewl dide dengê rastiyê qut bike’

Rojnamevanan diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide bi rêya hedefgirtina rojnamevanên ku rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin, dengê rastiyê qut bike.

‘Dagirkeriya Tirk hewl dide dengê rastiyê qut bike’
‘Dagirkeriya Tirk hewl dide dengê rastiyê qut bike’
‘Dagirkeriya Tirk hewl dide dengê rastiyê qut bike’
‘Dagirkeriya Tirk hewl dide dengê rastiyê qut bike’
22 mijdar, 2019   11:58
QAMIŞLO

Îro gelek rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo da ku çilrojiya her du şehîdên rojnamevan nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Reşo ku di encama hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker a karwanê sivîlan ku berê xwe da bajarê Serêkaniyê da ku piştgiriya Berxwedana Gel bikin, şehîd bûn.

Di encama bombebarana artêşa dewleta Tirk a 13`ê Mijdarê de, li ser karwanê şêniyan ku berê xwe da Serêkaniyê, 11 sivîl şehîd bûn û 74 kesên din birîndar bûn.

Di merasîma çilrojiya her du şehîdên rojnamevan Sead Ehmed û Mihemed Reşo de, hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo, bi navê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Ekrem Berekat û bi navê Çira TV gerînendeyê buroya Qamişlo Zinar Cefer axivîn. Axaftvanan diyar kir ku rojnamevanên ku rêya ragihandina azad şopandin, roleke girîng di salên şoreşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst, bi hemû zanabûn û hewldanên xwe, rastiya herêmê ji raya giştî re parve kirin.

Her wiha axaftvanan îşaret bi sedemên hedefgirtina rojnamevanan di salên dawî de ji aliyê DAIŞ`ê û dewleta Tirkiyê ve kir, her wiha da xuyakirin ku rojnamevanên bûn dengê gel û nebûn amûra sîstemên desthilatdar, rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana ku gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan da, ragihandin û ji ber vê yekê dewleta Tirk ew kirin armanc da ku dengê rastiyê qut bike.

Rojnamevanan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrişa xwe ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cudahî nexist navbera sivîl û leşkeran û ne jî rojnamevanan.

Her wiha axaftvanan soza domandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê di çapemeniyê de nû kir, heta ku gelê herêmê bigihîje azadî û mafê xwe yê rewa.

(jo)

ANHA