Li Tirkiyê mekanîka derbeyê: Armanc qirkirina civakê ye

Rêber Abdullah Ocalan der barê pêvajoya 15’ê Tîrmehê ya dewleta Tirk de diyar kiribû ku “Mekanîka derbeyê dixebite.”

Li Tirkiyê mekanîka derbeyê: Armanc qirkirina civakê ye
22 mijdar, 2019   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk mekanîka derbeyê li derve bi dagirkerî û şer berdewam kir û di hundir de, di nav polîtîkaya navxweyî de jî ji bo ku pê Kurdan û muxalefeta civakî tepeser bike, bi kar anî.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de senaryoyeke derbeyê saz kir û piştre rewşa awarte (OHAL) îlan kir.

Bi îlankirina rewşa awarte re, di serî de sazî û dezgehên çapemeniyê û HDP, gav bi gav muxalefeta civakî hate dorpêçkirin.

Piştî 15’ê Tîrmehê raye tev di destê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de kom kirin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) di serî de saziyên çapameniyê yên Kurdan, bi sedan TV, rojname û ajans girtin.

Dîsa bi hezaran endamên sendîka û rêxistinên pîşeyî, bi KHK’yan ji kar derxistin û neçarî birçîtiyê kirin.

Konseya Ewropayê di rojên borî de raporek daxuyand û tê de diayr kir ku li tevahiya cîhanê herî zêde rojnamevan li Tirkiyê di zindanan de ne. Li gorî raporê, li tevahiya cîhanê 130 rojnamevanên girtî hene û ji wan 110 rojnamevan ji hêla dewleta Tirk ve xistina zindanan.

Dewleta Tirk ji hêla îşkence û qesta li mafê jiyanê ve ji berê de xwedî paşxaneyeke xirab e û di van 4 salên dawîn de binpêkirinên di vî warî de, derketin asta herî jor.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, di 2 salên dawîn de 57 kes bêyî darizandin hatin înfazkirin û piraniya wan li Bakurê Kurdistanê pêk hatin.

Li qereqolan îşkence bû tiştekî ji rêzê û 28 hezar bûyerên îşkenceyê hatin tomarkirin.

Armanceke derbeyê jî ew e ku bi navê “qeyûm” (karmendên dewletê yên li şûna şaredaran hatine peywirdarkirin) îradeya gel xesp bikin. Xespkirina îradeyê piştî senaryoya derbeyê ya 15’ê Tîrmehê ku Erdogan ji bo wê gotibû “ji bo me xêra Xwedê ye”, hate hêsankirin.

Piştî sala 2016’an ji 105 şaredariyên HDP’ê, 94 heb bi destê qeyûman hatin xespkirin û li şûna hevşaredaran walî û qeymeqam hatin tayînkirin. 

Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de  gel qeyûm qebûl nekirin û HDP’ê piraniya wan şaredariyan vegerandin.

Rejîma Erdogan a faşîst, vê carê polîtîkaya qeyûman qonax bi qonax bi rê ve bir. Li gel şaredariyên Wan, Amed, Mêrdîn û Culemêrgê yên bajarên mezin, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Qulp, Qereyazî, Gever, Erdîş, Nisêbîn, Peyas, Bismil, Serav, Qoser, Rêya Hevrişmê, Yenîşehîr, Hezro, Savûr, Dêrik, Şemrex, Sirûç, Dêrsim û Peravê kirin.

Di navbera mehên Tebax-Mijdarê de hemû hevşaredarên HDP’ê yên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û her wiha nêzî 2 hezar endamên HDP’ê hatin destgîrkrin. Hezar û 527 endamên HDP’ê hatin girtin.

Piştî êrişên faşîzane yên li dijî HDP’ê, girseya partiyê dest bi nîqaşa vekişîna ji parlamentoya Tirk û ji şaredariyan kir.

Rêveberiya HDP’ê nîqaşên ‘vekişînê’ nirxandin û piştî civîna xwe ya Lijneya Navendî ya Rêveberiyê (MYK) deklarasyonek weşand.

Deklarasyon ji hêla hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ve hate daxuyandin. Mijarên sereke yên deklarasyonê wiha ne;

- Tirkiye bi rejîma qeyûman tê birêvebirin û dixwazin vê rejîmê li tevahiya qadan berbelav bikin û nûnerên desthilata siyasî jî vê yekê venaşêrin.

- Divê bê zanîn ku armanca desthilatê ya 2023’yan ku gelek caran bi lêv dike, derveyî vê planê nîn e.

- Ev proje dixwaze di 2020’an de parlamentoyê û di 2021’an de jî destûrê bingehîn bê wate bike û hewl dide di sala 2023’yan de jî serkeftina rejîma nû îlan bikin. 

- Polîtîkaya desthilatê ya ‘Rejîma Tayînkiriyan’ guh nade qanûnan û hewl dide rejîma xwe ya qesrê mayînde bike û xwe dispêre otorîteya yekzilamî.

- Rejîma qeyûman her wiha di ser parvkirina rantê re dixwazae sermayeya xwe ya alîgir, gur û geş bike.

- Rejîmeke wiha bi tenê dikare bi polîtîkayên şer û fikra nîjadperest otorîteya xwe û hebûna xwe berdewam bike.

- Şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne dûrî vê çarçoveyê ye. Rejîma qeyûman, rejîma şer e. Têkoşîna li dij qeyûman, têkoşîna aştiyê ye.

- Rejîma qeyûman her wiha pêkanîna hiqûqa dijminahiyê ya li dijî gele Kurd e.

HPD’ê nexşerêya xwe ya serdema bê jî wiha diyar kir:

- Emanet anku îradeya gel, rûmeta me ye. Em wê teslîm nakin.

- Her wekî di navbera hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de hate dîtin, vê desthilatê desteka piraniyê winda kiriye û bingeha xwe ya meşrûiyeta civakî ji dest daye û ev rejim êdî nikare bi derbeyên wekî rejîma qeyûman yên derveyî hiqûqê û nemeşrû, civakê bi rê ve bibe.

- Ji bo ku gelên Tirkiyê ji AKP-MHP’ê xilas bibin, em dibêjin ‘hilbijartinên pêşwext’. Ev halanek e.

- Em dibêjin kerem bikin ka kî berx e kî beran e! Banga me li tevahiya muxalefetê ew e ku bên li dora vê daxwaza hilbijrtinên pêşwext tev bigerin.

- Em ê paradîgmaya xwe ya Komara Demokratîk ji bo ku pirsgirêkên ku sed sal e komî ser hev bûne, çareser bikin, heta dawiyê biparêzin.

- Hevserokatî xeta me ya mor e û ji bo me rêgezek e.

- Banga me ji raya giştî re: Avakirina demokrasiyê, parastina destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû, bi tenê dikare bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiye pêk bê.